Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Girtî hatin sirgûnkirin, bi zorê hatin tazîkirin û bi daran jî lê xistin

Girtiyê bi navê Suleyman Saçal ku li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Osmaniyeyê dihat girtin, di 26’ê kanûnê de tevî gelek hevalên xwe bêyî ku agahiyê bidin malbatên wan, sirgûnî Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa L ya Turkoglu ya Gurgumê. Saçal da zanîn ku di dema ketina girtîgehê de bi zorê hatine tazîkirin û gardiyan û leşkeran bi daran li wan xistiye

Rayedarên Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Osmaniyeyê di 26’ê kanûnê de hejmareke girtiyan sirgûnî girtîgehên cuda kirin. Yek ji van girtiyên ku hatibû sirgûnkirin jî Suleyman Saçal bû. Bavê Saçal, Niyazî Saçal di 30’ê kanûnê de bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî û der barê rewşa girtîgehê de agahî girtin.

Suleyman Saçal bi rêya telefonê diyar kir ku di 26’ê kanûnê de ji Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Osmaniyeyê sirgûnî Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa L ya Turkoglû ya Gurgumê hatiye kirin. Dema xwişka Salça di 26’ê kanûnê de ji bo hevdîtinê çû girtîgehê, dît ku birayê wê ne li wir e û bêyî ku hevdîtinê bike, vegeriya. Dema pirsa birayê xwe dike jî jê re tê gotin ku sirgûnî Gurgumê hatiye kirin.

Tazî kirin û lêxistin

Bav Saçal jî anî ziman ku kurê wî beyî agahiya wan hatiye sirgûnkirin û ev agahî dan: “Piştî ku keça min çû hevdîtînê em pêhesiyan ku hatiye sirgûnkirin. Kurê min di 30’ê kanûnê de telefon li min kir û got; ‘Em 2 kes ji Osmaniyeyê anîn Gurgumê. Dema em anîn, leşker û gardiyanan di derî de em bi zorê tazî kirin û 15 deqîqeyan bi daran li me xistin. Piştre em avêtin hucreyê. Em 3 kes li cihê 2 kesan bi cih kirin. Hucre qirêj e. Me xwest paqij bikin lê alavên paqijiyê nedan me. Ji Edeneyê jî çend girtî sirgûnî Turkoglu hatine kirin.’ Kurê min anî ziman ku gelek kesên din jî hatine sirgûnkirin lê navên wan nizanin.”

4 meh cezayê hevdîtinê birîn

Herî dawî jî bav Saçal ev tişt destnîşan kir: “Tiştê ku di girtîgehan de tê kirin li dijî mirovahî û olan e. Ev hovîtî ye. Em vê qebûl nakin. Çar meh cezayê hevdîtinê li kurê min hatiye birîn. Li girtîgeha Turkoglu cilên kurê min desteser kirin. Divê parlementer, parêzer û saziyên mafên mirovan li ser vê meseleyê rawestin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar