Navenda Nûçeyan
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 15’ê Sibata 1999’an de bi destê hêzên navdewletî anîn Tirkiyeyê û ji wê rojê heta niha bi tena serê xwe li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê du hucreyê de tê girtin. Ocalan 20 sal in di şertên tecrîda giran de dijî. Her çend car caran parêzer û heyet biçin Îmraliyê jî niha bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Rayedarên hikûmet û dewletê hemû serlêdanên malbat û parêzeran red dikin. Di rojên dawî de her çend hikûmet û serokomar qala ‘reformê’ bikin jî gavên li dijî reformê tên avêtin. Li aliyekî zêdeyî 80 hezar girtiyên edlî bi pakêta darazê ya 14’ê nîsanê hatin berdan, li aliyê din girtiyên siyasî hem nayên berdan û hem jî tecrîda li ser wan girantir dibe. Di vê pêvajoya ku şewba vîrûsa li hemû Tirkiyeyê zêde dibe de, li girtîgehan jî şewba vîrûsê zêde dibe. Hem tecrîd giran dibe, hem jî rîska ku vîrûs li hemû girtîgehan belav bibe zêde dibe. Ji ber vê yekê şertên girtiyan bêtir giran dibe û ji gelek mafên xwe yên zagonî bêpar tên hiştin. Di vê pêvajoyê de girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiyê kirin.
Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Piştevaniya Malbat û Girtiyan (TUAY-DER), der barê rewşa girtîgehên herêmê de rapor amad kirin. Li gorî rapora 3 mehên dawî, tecrît, îşkence û zextên li ser girtiyan pir zêde bûne. Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û derman nakin. Hevdîtinên malbatan ên bi girtiyan re zêde dikin. Nameyan nadin girtiyan. Bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’ê hem li dijî tecrîdê û hem jî li dijî zextên zêde dest bi çalakiya 5 roj 5 roj dorveger û bêdem kirin.
‘Tecrîd ne çare ye’
Heta niha li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsa Mêrsînê, Nurcan Aslan, Hatîce Kaymak û Fatma Bese; li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê, Sertaç Kiliçarslan, Ozan Alpkaya û Abdullah Gunay; li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandiraya Kocaeliyê parlamentera HDP’ê Çaglar Demîrel, Seher Orçu ketine greva birçîbûnê.
Girtî Nurcan Aslan, bi rêya malbatê agahî dan û sedema çalakiyê wiha got: “Tecrîd nayê qebûlkirin. Tecrîd ne çare ye. Em bi daxwaza azadiyiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine grevê. Azadiya Ocalan azadiya gelê kurd e. Niha dem dema azadiyê ye. Em dibêjin êdî bes e. Heta ku em encamê bistînin em ê têkoşînê berdewam bikin.”
Di rojên borî de Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Enqere, Îzmîr, Meletî û Êlihê operasyon li dar xistin. Polîsan di van operasyonan de Hevserokê Komeleya MATUHAYDER’ê Husnu Taş û hin rêveberên komeleyê jî di nav de zêdeyî 60 kes binçav kirin.
Çalakiya destpêkê
Girtiyên PKK û PAJK’ê heta niha li dijî tecrîd û zextên li dijî xwe cara 10’emîn çalakiyên girseyî û mezin pêk tînin. Çalakiya ewil di 12’yê Îlona 1980’an de di serdema Kenan Evren de, li Zindana Amedê dema Esat Oktay Yildiran midûrê girtîgehê bû, dest pê kir. Di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de girtiyê PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş li salona dadgehê biryara çalakiyê aşkera kir. Dûrmuş aşkera kir ku dest bi rojiya mirinê dikin. Di roja 55’an de Kemal Pîr, di roja 60’an de Hayrî Durmuş, di roja 63’yan de Akîf Yılmaz û di roja 65’an de jî Alî Çîçek gihiştibû şehadete.
Dîsa di 12’yê Îlona 2012’yan de li dijî tecrîdê û daxwaza zimanê zikmakî girtiyên PKK û PAJK’ê dest bi çalakiyan kir. Li dehan girtîgehan bi hezaran girtî ketin grevê û di roja 68’an de piştî bi Ocalan re hevdîtin kirin û piştî banga Ocalan girtiyan çalakî bi dawî kir.
Çalakiya Leyla Guven
Herî dawî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdê di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi çalakiyan kir. Piştî çalakiya Guven bi hezaran girtî, nûnerên rêxistin û saziyan hem li zindanan û hem jî li çar aliyê cîhanê çalakî belav kirin. Di vê çalakiyê de Ugur Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Siraç Yuksek, Yonca Akici û Mahsum Pamay gihiştin şehadetê.
Piştî vê çalakiyê parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Wezîre dadê Abdulhamît Gul gotibû li pêş hevdîtine tu astengiyên hiqûqî tune. Parêzer wê demê di 2-22’yê Gulanê, 12-18’ê hezîranê û herî dawî di 7’e tebaxa 2019’an de çûbûn li Îmraliyê hevdîtin kiribûn.
Piştî van hevdîtinan tecrîda li ser Ocalan didome. Çavkanî: MA / Omer Çelîk