Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Girtî Karadag ku ketibû greva birçîbûnê nayê tedawîkirin

Girtiya bi navê Remziye Karadag ku 76 rojan di greva birçîbûnê de bû, ji roja bidawîbûna çalakiyê heta niha nayê tedawîkirin. Malbata Karadag da zanîn ku rewşa keça wan nebaş e û rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bûye, Karadag derman nakin

Girtiya bi navê Remziye Karadag li Girtîgeha Jinan a Tîpa T ya Xarpêtê tê girtin. Karadag tevî bi hezaran girtiyan, ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê û 76 rojan çalakiya xwe domand. Karadag bi hinceta ku tev li greva birçîbûnê bûye, nayê dermankirin.

Remziye Karadag di 1’ê çileyê de tev li greva birçîbûnê bû. Di roja 76’emîn a grevê de jî li ser banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anî. Karadag û sê hevalên wê yên li heman odeyê, heta niha jî nehatine dermankirin. Têkildarî mijarê xwişka Karadag, Zekiye Karadag axivî û ev agahî dan: “Dema ew û hevalên wê rakirina nexweşxaneyê, leşkeran di rê de heqaret û zexta psîkolojîk lê kir. Hem bi wesayîta rîngê birin nexweşxaneyê û hem jî gotinên weke; ‘Hûn hem dikevin greva birçîbûnê û hem jî li benda dermankirinê ne? Hûn dê neyên dermankirin’ jê re kirine. Piştre jî vegerandin girtîgehê. Me jî serî li ÎHD’ê û hin saziyan din da lê encamek jê derneket.”

16 kîloyan zeîf bûye

Karadag destnîşan kir ku di dema hevdîtinê de wê rewşa xwişka xwe baş nedîtiye û wiha pê de çû: “Xwişka min 16 kîloyan zeîf bûye û bi hinceta ku tev li grevê bûye, nayê dermankirin. Ji wan re gotine; ‘Divê hûn encamên vê çalakiyê jî bidin ber çavên xwe.’ Ji ber çalakiyê, mafê hevdîtin û axaftina bi telefonê ji bo çar mehan lê hatiye qedexekirin.”

Çawa hate girtin?

Remziya Karadag di sala 2014’an de hate girtin û 2 salan di girtîgeha Mêrdînê de ma û piştre hate berdan. Mehek piştre careke din hate girtin û li Girtîgeha Hîlwan a Rihayê ma. Salek piştre jî sirgûnî Girtîgeha Jinan a Tîpa T ya Xarpêtê hate kirin. Di dema sirgûnkirinê de li deriyê pêş ê girtîgehê lêgerîna tazî lê hate ferzkirin. Ji ber ku qebûl nekir, rastî îşkenceyên giran hat û bi mehan cezayê  hucreyê lê hate birîn. Li Karadag ku qewlê wê yê girtî bi dawî bûye û diviyabû di 6’ê cotmehê de bihata berdan, ji dosyayeke din 2 sal hikûm lê hate birîn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar