Gulistan

Hefteya beriya vê min li ser Rosîda Mêrdîn nivîsandibû û sernivîsa min jî Rosîda bû. Vê hefteyê jî sernivîsa min Gulistan e. Gulistan jî wekî...

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Cuma - 30 Ağustos 2024

Girtî Kiye îşkenca lê kirine bi nivîskî vegot

Medenî Kiye ku li Girtîgeha Xarpêtê ji ber îşkenceyê nikare bipeyive, di dema hevdîtina vekirî de tiştên hatin serê wî bi nivîskî ji malbata xwe re got. Kîye diyar kir ku êrîşên hatine kirin êrîşên organîzekirî ne û wiha got: “Dibe ku sibê tiştên hîn xirab biqewimin.”

Li Girtîgeha Jimare 2’yan a Xarpêtê, di 4’ê tebaxê de gardiyanan 15 girtî derb kiribûn. Yek ji van girtiyan jî Medenî Kiye bû. Ji ber îşkence û derbkirinê Kiye nikari bipeyive. Kiye, di hevdîtina vekirî ya bi malbata xwe re, tiştên hatin serê wî bi nivîskî nivîsand. Xwişka wî Hatîce Kiye bilêv kir ku ji ber îşkenceyê ser çav, stû, pişt û çongên kekê wî reş bûne.

Kiye destnîşan kir ku ji ber îşkenceya hatiye kirin kekê wê nikare bipeyive û ji ber vê tiştên hatine serê wî bi nivîskî gotiye. Kiye wiha got: “Êrîşî qawîşa wan kirine û bi awayekî dijwar girtî derb kirine. Ji ber vê êrîşî Medenî jî nikare bipeyive. Di hevdîtina vekirî de Medenî tiştên hatine serê wan hemû bi nivîsand. Berî ku Medenî bê cem me rayedarên girtîgehê gef lê xwarine. Rayedarn jê re gotiye ‘tu mexsûs xeber nadî.’ Birînên xwe rê me da. Serê wî û paşka stuyê wî hatine derbkirin. Got, gewriya wî pir diêşe. Her wiha milên wî û sînga wî reş bibûn.”

Êrîşên organîzeyî

Kiye bilêv kir ku 15 gardiyanan êrîşî girtiyan kiriye û ev tişt anî ziman: “Sergardiyan Taner Kaya û Midûrê 2’yem Ercan Înceler êrîş organîze kirine û bi awayekî hovane êrîş kirine. Medenî ji mre got ‘Eger ev mijar li nav raya giştî neyê belavkirin wê cenazeyê me ji vira derkeve.’ Piştî Medenî birîndar bûye wî nebirine cem bijîşk. Tenê wî du caran birine revîrê lê li wir jî tiştek jê re negotine. Bi rojan e em dibêjin, Girtîgeha Xarpêtê bê çi cihekî berbat e. Girtîgeha Xarpêtê wekî girtîgeheke pîlot hatiye diyarkirin. Tiştên li vê girtîgehê pêk tên lpaşê li girtîgehên din jî pêk tên. Di demên dawî de em li Girtîgeha Osmaniyeyê û girtîgehên din jî bi tiştên wisa hesiyan. Ev tenê ne meseleya malbata me ye. Li wir tenê kekê min namîne. Bi dehan girtî hene û ev meseleya me hemûya ye.”

Bang li partiyên siyasî kir

Kiye, xwest parlementerên HDP û CHP’ê biçin girtîgehê û wiha got: “Rewşa girtiyan qet nebaş e. Ji bo sibê dusibe tiştine xirabtir neqewimin, divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere. Nexasim jî pêdiviya me bis aziyên hiqûqê heye. Divê Wezareta Dadê lêpirsînê bide destpêkirin. Divê kesên girtiyan îşkence dikin bên dûrxistin.”

Her wiha Kiye diyar kir ku daxwaznameyên girtiyan nayên qebûlkirin û nameyên wan jî nayên şandin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar