Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin

Girtiyên di girtîgehên Êlihê de ragihandin ku li deverên bê kamera hatine derbkirin û lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin

Navenda Mafên Mirovan a Parêzer Sedat Ozevîn a Baroya Êlihê, li hemberî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên tîpa T û M’yê yên li Qubînê tevgeriya. Parêzerên baroyê hevdîtin bi girtiyan re kirin û di van hevdîtinan de gelek binpêkirinên mafan tespît kirin. Girtiyan bi rêya parêzeran ragihand ku lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin, çalakiyên wan ên spor, çand û hunerî tên astengkirin.

Ji parêzerên hevdîtin bi girtiyan re kirin û têkildarî mijarê rapor amade kirin, Zedan Ekmen destnîşan kir ku li girtîgeha ku saleke li navçeya Qubînê hatiye çêkirin gelek binpêkirinên mafan rû didin.

Ekmen bal kişand ser tespîtên di raporê de cih negirtine û wiha got: “Yek ji van derbkirin e. Girtiyek ji ber derbkirinê 10 rojan li nexweşxaneyê maye. Me hevdîtin bi malbatê re kir. Malbatê rewşa wî ragihand. Ev tişt hê jî didome. Her wiha tiştên li kantînê jî pir buha difiroşin girtiyan. Qedexe ye ku tiştên li kantîna girtîgehê hebin ji derve bên xwestin. Di nav van tiştan de amûrên paqijiyê jî hene. Her wiha biryar hatiye girtin ku pirtûk, rojname û kovaran nedin girtiyan.”

Lêgerîna tazî

Ekmen diyar kir ku girtiyan ragihandiye ku lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û ev tişt anî ziman : “Tê gotin kîjan girtî bê girtîgehê lêgerîna tazî lê tê ferzkirin. Her wiha bi qasî ku girtiyan ragihandiye kincên wan ên ser û bin tevde ji wan dikin.”

Ekmen da zanîn ku girtiyan ragihandiye ku wan dibin deverên bê kamera û li vir li wan dixin û wiha got : “Bi taybetî girtî û hikumxwarin ji ber sûcên edlî hatine girtin li deverên bê kamera tên derbkirin. Bi taybetî jî li Girtîgeha Tîpa M’yê.”

Kapasîteya qawişan

Ekmen destnîşan kir ku li hin qawîşan di ser 20’î re girtî hene û wiha pêde çû: “Ji ber rêziknameyê herî zêde vantîlatorekê didin qawişekê. Lê gava mirov şert û mercan bîne ber çavê xwe, vantîlatorek qawişekê hênik nake. Di giliyên hatin kirin de hat ragihandin ku daxwaznameyên wan esas nayên girtin, mafê wan ê nûçewergirtinê tê binpêkirin.”

Her wiha Ekmen ragihand ku kincên ku malbat dişînin jî piştî 2-3 rojan didin girtiyan û destnîşan kir ku demildest divê ji ber van pêkanînan lêpirsîn bê destpêkirin û dê vê meseleyê bişopînin. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar