Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Girtî li dijî binpêkirin mafan di grevê de ne

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê, li dijî şert û mercên xerab û binpêkirina mafan ji 12’yê mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan diyar kirin ku heta binpêkirina mafan bi dawî nebe dê çalakiya xwe bidomînin

Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê, girtî li dijî şertên xerab û binpêkirina mafên mirovan, ji 12’yê mijdarê de ketine greva birçîbûnê. Girtiyan diyar kirin ku ger binpêkirina mafan bidome dê çalakiya xwe berdewam bikin û heta binpêkirina mafan bi dawi nebe dawî li çalakiye naynin.

Girtiyan anîn ziman ku mafên wan ên zagonî ji destê wan hatiye girtin û li ser pêyan dixwazin bên jimartin û bi bîr xistin ku ji ber vê yekê qebûl nakin rastî lêdanê tên, der barê wan de cezayê dîsîplînê tê birîn.

Her wiha girtiyan bang li raya giştî kirin û xwestin herkes hestiyar nêzîk bibe.

Cezayên kêfî li girtiyan tê birîn

Derbarê mijarê birayê girtiyê bi navê Mehmet Îpek, Omer Îpek diyar kir ku ew bi birayê  xwe re hevdîtin pêk aniye û wiha got: “Birayê min bal kişand ser zexta li ser girtiyan. Birayê min got ‘Ji me dixwazin ku em li ser pêyan jimartin bidin. Ewil bi kamerayê dijimartin. Piştre bê kamera dihatin li me didan. Di sewqê nexweşxaneyan de dixwazin em tevî kelepçeyê muayeneye bibin. Li me didin. Rojnameyên me nadin me. Gardiyan li wêneyên malbatên me dinêrin û neheqiyê li me dikin. Bi awayekî keyfî cezayê dîsîplînê didin me. 3 mehan cezayê hevdîtine dane min. Milê hevalekî me şikestiye. Sewqî nexweşxaneyê nakin. Em bi pêkanînên keyfî re rû bi rû ne. Me li dijî vê yekê dest bi greva birçîbûnê kiriye.’”

Îpek da zanîn ku hem mafê girtiyan binpê dikin û hem jî mafê malbatan binpê dikin û ev tişt anî ziman: “Hevdîtina saetekê daxistine 45 deqeyan. Em di gelek lêgerînan re derbas dibin. Me xwest em der barê van binpêkirinan de serî li dozgeriyê bidin, lê bersivê neda me. Ji ber ku em kurd in, em rastî pêkanînên li dijî mirovahiyê tên.”

Dê heyetek bê avakirin

Mahmut Amaç jî anî ziman ku birayê wî Adem Amaç di 12’yê mijdarê de li wî geriya ye û rastî lêpirsîna dîsîplînê hatiye. Amaç da zanîn ku birayê wî rastî cezayê hevdîtina salê hatiye û ji ber vê yekê ji 12’yê mijdarê ve dest bi greva birçîbûnê kirine û birayê wî xwestiye ev binpêkirin bi dawî bibin.

Her wiha Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê jî diyar kirin ku ji bo binpêkirina mafan lêkolîn bikin dê di nava hefteyê de heyetekê ava bikin û biçin lêkolîn bikin. MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar