Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Girtî li zindanan û malbatên wan li derve li ber xwe didin

Malbatên girtiyan ji bo xwedîderketina li berxwedana zarokên xwe û bal kişandina ser rewşa wan, li Stenbol, Kocaelî û Rihayê çalakî li dar xistin. Di çalakiya Bakirkoyê de 4 kes hatin binçavkirin û li Riha û Gebzeyê jî malbat rastî êrîş û gefan hatin

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Her wiha 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî rengê çalakiya xwe guherand û di 30’ê nîsanê de dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Çalakiya rojiya mirinê hefteyek li pey xwe hişt. Ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re û bal kişandina ser rewşa wan, malbat û xizmên girtiyan li Stenbol, Kocaelî û Rihayê daketin qadan û çalakî li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de malbatên girtiyan xwestin ku li ber girtîgeha Bakirkoyê çalakiyê li dar bixin. Di çalakiyê de parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan jî amade bû. Malbatên ku ber bi girtîgeha Bakirkoyê ve dimeşiyan, rastî êrîşa polîsan hatin û polîsan nehişt ku dayik daxuyaniyê bidin. Piştre jî malbat li ser rêya E-5’ê rûniştin, xwestin bimeşin girtîgeha Bakirkoyê. Lê polîsan destûr nedan û xwestin ku malbat belav bibin. Di dema belavbûnê de dayikan tililî lîlandin û polîsan jî êrîş kir. Di êrîşê de 4 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Her wiha polîsan dest danîn ser wêne û dîmenên rojnamegeran.

Dayik li Gebzeyê bûn

Bi heman boneyê, dayikên girtiyan ji 9’ê nîsanê ve li ber Girtîgeha Jinan a Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya nobedê li dar dixin. Malbatên girtiyan îro li ber avahiya HDP’ê ya Gebzeyê kom bûn û xwestin biçin ber girtîgehê. Lê polîsan hemû kolanên ku diçin girtîgehê girtin û nehiştin ku malbat bimeşin. Li ser vê yekê dayika Newroz Bozkûrt ku li girtîgeha Gebzeyê di greva birçîbûnê de, Sûltan Bozkurt bertek nîşan da û got; ‘em hewl didin ku zarokên me bijîn. Hûn çima wiha dikin?’ Li ser gotina polîsekî ya ‘behsa xwedê neke, ger tu qala xwedê bikî cihê te diyare’ jî, dayika Sûltan wiha got: “Ji bo we jî hiqûq pêwîst e. Me gelek dozger û polîsên weke we dîtin. Lê niha hemû jî di girtîgehê de ne.” Malbatên ku heta demekî çalakî pêk anîn, vegeriyan avahiya HDP’ê. Malbatan got ku dê sibê careke din biçin ber girtîgehê.

Li ber girtîgeha Rihayê çalakî

Malbat û xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê jî kom bûn û xwestin ku çalakiyê pêk bînin. Di çalakiyê de parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî amade bû. Çalakvan ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Lê tevî vê yekê jî dayikan çalakiya rûniştinê pêk anî û ji hêla leşkeran ve hatin dorpêçkirin. Parlamenter Surucu jî bertek nîşanî kiryarên leşkeran da. Li ser vê yekê fermandarê leşkeran bi van gotinan ‘ger hûn careke din werin vir em dizanin bê ka dê çi bi we bikin’ gef xwar. Dayikên ku dixwestin biçin hevdîtina zarokên xwe, hatin astengkirin. Di dema çalakiyê de dayikek bi ser hişê xwe çû. Demek piştre jî dayik ji ber girtîgehê veqetiyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar