Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Girtî: Me bi tenê nehêlin

Ji heman malbatê Mûrat Şîmşek, Salîh Şîmşek û Sûat Şîmşek ku li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne bang li raya giştî kirin û wiha gotin: ” Dayê li cem me bin. Dengê xwe li dengê me zêde bikin. Bibin dengê berxwedana me. Ger hûn ne li cem me bin, em ê bi tenê bimînin. Rabin ser piya.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 149’an de didome. Bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Ji van girtiyan 3 kes jê ji malbata Şîmeşk in. Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê Mûrat Şîmşek ji 5’ê çileyê, li Girtîgeha Elbîstan a Gurgumê Salîh Şîmşek û li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê Sûat Şîmşek jî ji 1’ê Adarê ve ye di greva birçîbûnê de ne.

Dayika Salîh Şîmşek, Turkan Şîmşek diyar kir ku kurê wê di 18 saliya xwe de hatiye girtin cezayê muebetê lê hatiye birîn û 22 sal in girtiye. Şîmşek bilêv kir ku di 1’ê nîsanê de wê kurê xwe dîtiye û kurê wê gotiye: “Ez û 28 hevalên xwe di greva birçîbûnê de ne. Moralê me baş e. Bibin dengê çalakiya me û destekê bidin.”

Şîmşek bal kişand ser bêdengiya raya giştî û diyar kir ku ji ber çalakiyên greva birçîbûnê ew nikare li malê xwarinê bixwe. Dayik Şîmşek anî ziman ku ev pêvajo tenê ne dayikan her kesî eleqedar dike û wiha got: “Em dayik in, dil me dişewite. Lê ev kar tenê bi me safî nabe. Divê gel xwedî li girtiyan û xwe derkeve. Em naxwazin ji zindanan cenaze derkevin. Ma dê heta kengî dewam bike? Ma dilê mirovan naşewite? Wijdanê wan naêşe? Bila ev bêdengî bi dawî bibe.”

‘Me bi tenê nehêlin’

Dayika Sûat û Mûrat Şîmeşk, Bedîa Şîmeşk jî anî ziman ku wê di 1’ê nîsanê de kurê xwe Mûrat dîtiye. Şîmşek anî ziman ku kurê wê pir kîlo li xwe kêm kiriye lê belê moralê wî baş bûye û jê re gotiye; ‘Dayê li cem me bin. Bibin dengê berxwedana me. Ger hûn ne li cem me bin, em ê bi tenê bimînin. Rabin ser piya.’ Dayik Şîmşek anî ziman ku moralê kurên wê baş û wiha got: “Divê her kes bibe dengê vê çalakiyê. Divê em nîşan bidin ku zarokên me ne bi tenê ne. Ma wê çend cenazeyên din bên?” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar