Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Girtî ragihandin ku dê dernekevin hevdîtina telefonê

Girtîyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê, biryar girtin ku heta malbat û parêzerên Ocalan pê re rûbirû hevdîtinê nekin, dê dernekevin hevdîtina telefonê

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku girtiyên PKK û PAJK’î di 27’ê Mijdara 2020’î de, bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin di roja 121’emîn de didome. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê, bi biryara derneketina hevdîtina telefonê dest bi çalakiyeke nû kirin.

Girtiyan, qûtkirina hevdîtina telefonê ya Ocalan a bi birayê wî Mehmet Ocalan re, bi derneketina hevdîtina telefonê şermezar kirin. Vê hefteyê ji her kawişê tenê 2 girtî li malbatên xwe geriyan. Van girtiyan jî bi malbatên xwe re ragihandin ku heta Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtina rûbirû neke dê ji niha şûnde dernekevin hevdîtina telefonê û telefon girtin.

Hayam Bûlût diyar kir ku birayê wî Serhat Bûlût ê girtî di hevdîtina telefonê de gotiye ku “Ez ê pir kurt biaxivim. Em qûtkirina hevdîtina telefonê ya bi Rêberê re şermezar dikin. Em jî wê dernekevin hevdîtina telefonê” û telefon girtî ye.

Hat hîn bûn ku Mehmet Bînîcî yê di heman girtîgehê de dimîne jî, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re ev tişt gotine: “Heke hefteya pêşiya me bi Rêbertiyê re hevdîtina rûbirû pêk neyê, ji niha û şûnde em ê dernakevin hevdîtina telefonê.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar