Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Girtî tenê azadiya gelê xwe difikirin’

Kesên ku di sala 2018'an de li dijî tecrîdÊ ketibûn greva birçîbûnê, diyar kirin ku girtî ne tenduristiya xwe tenê azadiya gelê xwe û her çar parçeyên Kurdistanê difikirin û xwestin xwedî li çalakiya girtiya bê derketin

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin di 27’ê Mijdarê de hat destpêkirin, di roja 54’an de didomin. Kenan Kara û Ayhan Kaçak ku gava girtîbûn, tev li çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018’an bûbûn, anîn ziman ku daxwazên wan û daxwazên çalakgerên niha heman daxwaz in.

Kenan Kara gava di Girtîgeha Tîpa F a Bafra ya Samsûnê bûye û di sala 2018’an de li dijî tecrîdê 90 rojan di greva birçîbûnê de maye, diyar kir ku heger daxwazên girtiyan bên qebûlkirin dê pirsgirêkên li welêt jî çareser bibin. Kara destnîşan kir ku grevên birçîbûnê qîrneke li dijî bêhiqûqî ye û wiha got: “A rast grevên birçîbûnê û ‘Em jiyaneke çawa dixwazin, jiyaneke bê şer dê çawa pêkan e, li dijî binpêkirinan em ê çawa karibin çareseriyekê peyda bikin’ girêdayî hev in. Hevalên li girtîgehê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berpirsiyarî girtin. Tu her roj bedena xwe didî ber birçîbûnê û bedena te dihele. Ev pir girîng e û zehmet e.”

Armanca kesên di grevê de

Di axaftina xwe de Kara diyar kir ku ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, divê tu kes xwe li bêdengiyê daneyne û wiha domand: “Ên niha di greva birçîbûnê de ne, li tenduristiya xwe nafikirin. Tenê pêşeroja gelê xwe, azadiyê û tecrîda li her çar perçeyî difikirin. Divê bê dîtin ku ji bo pêşeroj û azadiya mirovan ketine greva birçîbûnê. Di greva birçîbûnê ya beriya vê de 8 kesî jiyana xwe ji dest de. Helbet ev mirin, ji bo jiyaneke birûmet bû. Bêdengî mirin e, lewma divê her kes dengê xwe bilind bike.”

Daxwaza gel

Ayhan Kaçak ku gava di Girtîgeha Wanê de bûye di sala 2018’an de 87 rojan di greva birçîbûnê de maye, anî ziman çalakiya wan bi ser ketibû. Kaçak bi bîr xist ku wê çaxê hikûmetê soz dabû ku dê deriyên Îmraliyê veke û wiha got: “Lê niha cardin pirsgirêk û cardin li girtîgehan zext û zorî didomin. Ji ber ku ev pirsgirêk nehatin çareserkirin grevên birçîbûnê dest pê kirin. Daxwazên girtiyan, daxwazên gel in. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, divê rayedar gavan bavêjin.”

Her wiha Kaçak da zanîn ku girtî dixwazin tecrîd û zextên li girtîgehan bi dawî bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên ku dibêjin ‘ez demokrat im’ û doza azadiya gelan dikim, divê dengê xwe li dengê vê çalakiyê zêde bikin. Divê cardin kes nemire.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar