Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Girtî xwînê divereşin lê tedawiya wan hiştin bo piştî cejnê

Tedawiya girtiyên ketibûn greva birçîbûnê û dawî li çalakiya xwe anîn ên li girtîgehên jimar 1 û 2 yên tîpa T ya Bandirmayê tê astengkirin. Hat zanîn ku tevî rewşa giran a girtiyan jî rayedarên berpirsyar tedawiya girtiyan ji bo piştî cejnê paşve daye. Malbatên girtiyan got ku 5 girtî xwînê divereşin

Bi hezaran girtiyên di zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn, li ser banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anîbûn. Piştî bidawîkirina çalakiyê jî pêvajoya tedawiyê ya çalakgeran dest pê kir. Lê li gelek girtîgehan girtî nayên dermankirin an jî rastî binpêkirinan tên. Li girtîgehên jimar 1 û 2 yên tîpa T ya Bandirmayê jî tedawiya çalakgeran tê astengkirin.

Parlamenter û parêzerên di roja înê de çûn girtîgehê da zanîn ku midûrê girtîgehê bi wan re hevdîtin nekiriye û wan jî tenê bi dozger re hevdîtin kiriye. Di hevdîtinê de jî dozger gotiye ku ji bo tedawiyê her tiştî dikin. Parlamenter û parêzer piştre jî bi girtiyan hevdîtin kirin.

Di hevdîtinê de girtiyan ev agahî bi parlamenter û parêzeran re parve kirin:

Zinar Dogan: Roja duyemîn ez birim beşa lezgîn. Lê kesek bi me re eleqedar nebû. Bi darê zorê girtiyên ku êşên wan zêde, birin nexweşxaneyê. Lê hemû girtiyan nabin nexweşxaneyê.  Di roja sêşemê de ekîbeke bijîşkan hat û li ser pêyan em tedawî kirin. Di roja çarşemê de tehlîlên me hatin girtin. Hinek girtî serê sibehê saet di 08.00’an de birin nexweşxaneyê û heta saet 14.00’an karê me qediya. Em heta saet 21.00’an bi hinceta ‘dê rîng were’, di hucreya nexweşxaneyê de li ser pêyan rawestandin. Piştre jî xwarinên bacanreş û ispenaxa kelandî dan me. Xwê û rûn dixin nav xwarina me. Îro Alî Adirbellî, Haserî Yûmûşak, Omer Dûrûdemîr û Erdî Orhan birin nexweşxaneyê. Ji ber ku kontrola me nayê kirin, em nizanin bê ka rewşa me çawa ye. Em bêhal in, serê me diêşe û nikarin bimeşin.

Abdullah Kaya: Di roja şemiyê saet di 23.00’an de ez birim nexweşxaneyê û serûm dan. Serê min diêşe, bêhalim û bi zorê dimeşim. Bijîşkek hat lê ez muayene nekirim. Tenê li nexweşxaneyê rewşa wan a lezgîn mêze kir. Li nexweşxaneyê nêzikatiyên rûmet şikandinê hene. Li nezaretxaneyê serûman li me didin. Ligel ku di mêjiyê pişta Omer Dûrûdemîr de gule hebû jî, li nexweşxaneyê nerazandin. Ligel ku roviyên Îhsan Tuzun kune jî, hina ne birîne nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê kes bi me re eleqedar nabe û kelepçeyê ferz dikin. Dema serûm jî didin, kelepçeyan dernaxin.

Înan Soylemez: Serdar Taşçî, Mîkaîl Mûngan û Ekrem Gun ji ber mîdeyê xwe bi gazincin. Hîna jî di vereşin. Piştî grevên birçîbûnê nêzîkatiyên îdareyê xerabtir bûn. Heya niha tenê sê girtî birine beşa lezgîn. Şeva yekemîn û duyemîn bijîşkan em sewqî nexweşxaneyê kirin lê rayedarên girtîgehê em nebirin nexweşxaneyê. Du roj berê rewşa Mahsûm Dîma giran bû û rakirin nexweşxaneyê.

Serdar Taşçi: Di tehlîlên min de enfkesiyon derket. Dest bi dermanên antîbiyotik kirin. Sewqên min, Yûnûs Ozer, Metîn Înce û Ekerem Gun ên nexweşxaneyê hiştin piştî cejnê. Rayedarên girtîgehê piştî grevên birçîbûnê, li gorî bernameyê tevnegeriya.”

Malbatên girtiyan ên ku îro çûn hevdîtinê jî da zanîn ku 5 girtî xwînê divereşin. Malbatan got ku girtiyan bi xwe ji bo xwe bernameyeke xwarinê amade kiriye. BALIKESÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar