Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Girtîgeh bûne navendên mirinê’

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenbolê bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Ramazan Kiran û got ku rewşa Kiran ne baş e, divê bê berdan û da zanîn ku girtîgeh bûne navendên mirinê

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo berdan girtiyên nexweş, xwest di hefteya 382’yemîn de çalakiya xwe ya ‘Rûniştina F’ê’ li Qada Galatasaray li dar bixe. Polîsan çalakiyê asteng kir û destûr neda ku çalakî li Qada Galatasarayê bê lidarxistin. Li ser vê çalakî li ber derê ÎHD’ê ya Stenbolê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hildan û pankartên li ser wan nivîsên ‘Mafê tedawiyê nayê astengkirin, tecrîd dikuje û piştevanî dide jiyîn” û ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’ hatin vekirin û dirûşmên ‘Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn’ û ‘rûmeta mirovan nayê îşkencekirin’ hatin berzkirin.

Komîsyonê di çalakiya vê heftê de bal kişand ser rewşa girtiyê kîs di mejiyê wî de heyî Ramazan Kiran. Parazvanê mafê mirovan Taylan Bekîn daxuyanî da û wiha got. “Di 3 mehên dawî yên 2019’an de herî kêm 436 bûyerên bipêkirinên mafên mirovan hatin jiyîn.”

Bekîn nexweşiyên Ramazan Kiran bi bîr xistin û ev tişt anî ziman: “Di sala 2010’an de derket holê ku kîs di mejiyê Kiran de heye. Kiran di 28’ê Tîrmeha 2019’an de ji Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê sîrgûnî Girtîgeha Tîpa F a Bolû tê kirin. Her ku diçe rewşa wî ya tenduristiyê ne baş dibe. Tim serê Kiran diêşe her tim bi ser êşiya xwe şiyar dibe. Gelek nexweşiyên Kiran hene û divê di şert û mercên baş de bê dermankirin.”

Her wiha Bekîn destnîşan kir ku Kiran bi awayekê baş nayê derman kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kontrolê wî nayên kirin. Divê Kiran bê berdan. Êdî wisa bûye girtîgehek bûne navenda mirinê. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî bên berdan.”

Piştî daxuyaniyê çalaki bi dawî bû. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar