Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Girtîgeh bûne qadên zext, binpêkirin û îşkenceyê

Girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di bin zexteke giran de ne. Girtiyan da zanîn ku nexweşên giran sewqî nexweşxaneyan nayên kirin, di nava xwarin û vexwarina wan de kêzik derdikevin, tên derbkirin û lêgerînên tazî lê tê ferzkirin

Binpêkirinên li girîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibin. Bi taybet jî bi destpêkirina şerê li dijî kurdan ji hêla hikûmeta şer a AKP-MHP û Ergenekonê, li dijî girtiyan jî zexteke giran hate destpêkirin. Hema hema rojane mafên herî biçûk ên girtiyan tên binpêkirin û îşkence li girtîgehan êdî bûye sepanekî ji rêzê.

Yek ji van girtîgehên ku binpêkirinên mezin lê tên kirin jî Girtîgeha Tîpa L ya Patnos a Agiriyê ye. Hat zanîn ku girtiyê nexweş Huseyîn Aşkan ku di 8’ê kanûna 2012’an de bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ hatibû girtin û 18 sal ceza lê hatibû birîn, nayê dermankirin. Têkildarî mijarê dayika Aşkan, Suheyla Aşkan axivî û ev agahî dan: “Ji ber cezayê ku rêveberiya girtîgehê li kurê min biriye, ev 2 meh in min nedîtiye. Piştî greva birçîbûnê hemû diranên wî reş bûn û kurmî dibin. Ji bo dermankirinê deh caran serlêdan kir û hatin qebûlkirin jî lê nayê dermankirin.”

Dayik Aşkan da zanîn ku kurê wê li ser telefonê got ku rewşa wî ya tenduristiyê xerab dibe û wiha dom kir: “Kurê min da zanîn ku li girtîgehê pirsgirêka xwarin û vexwarinê heye. Got; ‘Xwarina 5 kesan didin 18 kesan û di nav xwarinê de kêzik hene. Ji ber ku me ev rewş bi rêveberiya girtîgehê re parve kiriye, li me ceza birîn. Ava germ jî nadin.’”

Girtî derbkirin û ceza lê birîn

Li Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa T ya Tarsûsê jî di 21’ê mijdara 2019’an de dema gardiyan girtiyekî derb dikin, girtiyên bi navên Mûrat Bîlen û Bahattîn Çelebî jî bertek nîşan didin. Li ser vê yekê her du girtî jî tên derbkirin. Her du girtî vê rewşê di 27’ê kanûnê de ji parêzerê xwe Battal Gazî Încî re parve dikin. Încî têkildarî mijarê ev agahî dan: “Ji ber zextên heyî muwekîlên min bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê dikin. Dema vedigerin qawîşa xwe jî dibînin ku gardiyan li girtiyê bi navê Şêrko Genco dixin. Muwekîlê min jî li gel Genco bi tundî tên derbkirin û radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê. Li ser vê yekê muwekîlên min giliyê gardiyanan dikin lê li wan cezayê hevdîtinê tê birîn. Me rapora derbkirinê wergirt. Hê jî li ser çavê muwekîlên min şopên derbê hene. Me jî li Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê giliyê gardiyanan kir.”

Bi taybet jî girtiyên jin tên mexdûrkirin

Her wiha endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Şehrîban Zugurlî jî di 14’ê mijdara 2019’an de hate girtin û şandibûn Girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Di 27’ê kanûna 2019’an de jî Zugurlî hate berdan. Zugurlî têkildarî binpêkirinên li girtîgehê axivî û wiha got: “Di dema ketina girtîgehê de lêgerîna  tazî li min hate ferzkirin. Zexteke mezin li ser girtiyên siyasî heye û bi taybet jî girtiyên jin tên mexdûrkirin. Di dema hevdîtinê de lêgerîneke wisa dikirin ku mirov dikare bibêje hevalên jin dihatin tacîzkirin. Dema girtiyan ev rewş qebûl nedikirin jî cezayê hucreyê lê dihat birîn. Daxwazên me yên ji bo hevdîtina bi rêveberiya girtîgehê re jî dihat redkirin.”

Mama nadin zarokê 4 salî

Di berdewamê de jî Zûgûrlî ev agahî dan: “Qadên hevpar ên jinan bi kamerayan tên şopandin. Ev jî rêbazekî tundiyê ye. Tiştên ku derve dihatin bi hefteyan didan sekinandin. Ji xwe gelemperî bi hincetên cuda nedidan. Rojnameya Yenî Yaşamê nedidan û tenê yên çapemeniya hewzê didan. Pirtûk jî pir nedidan. Serê kesekê 10 pirtûk didan. Qada serşo û daşirê jî bi kamerayan dişopandin. Hefteyê carekê ava germ ji bo saetekê didan. Rewşa girtiyên nexweş giran e. Mînak hevala me Gulî Kara ji qelbê xwe emeliyat bûbû. Pir diêşiya. Diviya her tim derman bûbûya û pisporên welidînê pê re eleqeder bûbûna. Lê ji ber ku lêgerîna dijwar red dikir, nedişandin nexweşxaneyê. Mafê me yê tenduristiyê dihat astengkirin. Li revîrê tenê derman dinivîsandin û sewqî nexweşxaneyê nedikirin. Her wiha hevala Sozda hebû ku rêviyên wê ji derve bûn. 20 sal in di girtîgehê de ye lê nayê dermankirin. Her wiha zarokekî 4 salî hebû lê mamayê wî nedihat dayîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar