Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Girtîgeh kirine kuştîgeh!

Li Tirkiyeyê li gorî daneyên 1’ê mijdara 2021’ê 384 girtîgeh hene. Bi giştî 295 hezar û 754 mirov li Tirkiyeyê girtî ne. Sal bi sal hejmara girtîgehan û girtiyan zêde dikin. Desthilata AKP-MHP’ê wekî ku otel û nexweşxaneyan çêbikin pesnê girtîgehan didin. Lê em dibînin ku girtîgehên li Tirkiyeyê bûne cihê îşkence û kuştin û dojehê. Tenê di 15 rojên dawî de 5 girtî li girtîgehan hatin kuştin. Girtiyan li girtîgehan dikujin û berdidin. Bi saxî digirin û kuştî berdidin. Girtiyan diavêjin hucreyên tarî ku dişibin gorên miriyan. Girtiyan bê nefes û bê agahî dihêlin. Ji hemû cîhanê û mafên jiyanê qut dikin. Lê bi vê yekê jî dixwazin ku malbatên girtiyan şikiriya xwe bînin.

Îktîdara AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê bi qasî girtîgehan zêde dikin, ew qas saziyên perwerdehî û tenduristiyê zêde nakin. Dema em li daneyên saziyên perwerdehiyê û tenduristiyê dinêrin ev yek şênber xuya dibe.

Li gorî daneyên TUÎK’ê yên dawî li Tirkiyeyê 518 nexweşxaneyên dewletê hene. Li van nexweşxaneyan bi giştî cihê 231 hezar û 193 doşekên nexweşan hene. Ev jî nîşanî me dide ku desthilata AKP-MHP’ê bi qasî qîmet û girîngiyê dide girtîgehan, ew qas qîmetê nade tenduristiya gelê Tirkiyeyê. Ji bo welatiyên xwe hepis û tecrîd bike her tiştî dike. Lê ji bo welatiyên aram, azad û bi tenduristî tu tiştî nake. Ji ber vê yekê welatiyên li derve bi şewba vîrûsa Covîd-19 dimirin. Yên li girtîgehan jî bi nexweşiyên giran, îşkence û tecrîdê her roj kêlî bi kêlî tên kuştin. Rayedarên vê dewletê her roj girtiyan dikujin.

Li 384 girtîgehên ku jin, zarok û mezin lê girtî ne, kapasîteya wan 266 hezar û 575 kesan e. Lê li Tirkiyeyê 297 hezar girtî hene. Yanî 31 hezar girtî li erdê radizên.

Bi qasî qîmetê dide girtîgehan ew qas qîmetê nade qadên perwerdehiya welatiyan. Ji ber ku naxwaze welatiyên wê zane û pêşketî bin. Dixwaze her tim nezan û kole bin. Li gorî daneyên dawî yên 2021’an li Tirkiyeyê 205 zanîngeh hene. 129 zanîngeh ên dewletê ne. 76 zanîngeh jî yên weqfan in.

AKP’ê di 13 salan de 228 girtîgeh ava kir

Li Tirkiyeyê piştî îktîdara AKP’ê hat ser desthilatdariyê di sala 2006’an de 7, di sala 2007’an de 8, di sala 2008’an de 13, di sala 2009’an de 8, di sala 2010’an de 7, di sala 2011’an de 2, di sala 2012’an de 14, di sala 2013’an de 10, di sala 2014’ande 14, di sala 2015’an de 18, di sala 2016’an de 38, di sala 2017’an de 12, di sala 2018’an de 15, di sala 2019’an de 26, di sala 2020’an de 23, di sala 2021’an de jî 13, bi giştî di 15 salên dawî de 228 girtîgehên nû çêkir. Dîsa ji sala 2010’an heta 2020’an 37 bînayên pêvek ên girtîgehan ava kir.

Dema ku em li serdema AKP’ê dinêrin, em dibînin ku îktîdara AKP’ê ya ku bi soza dê ‘Qedexe’ ‘Dizî (Nelirêtî) û Xizanî’ hat desthilatdariyê her tişt berovajî kiriye. Li şûna xizaniyê ji holê rake, em dibînin ku Dolarek heta 19 TL bilind dibe. Nanekî firinê heta 4 tl buha dibe. Tenekeyek rûn heta 600 tl buha dibe. Hejmara betalan qat bi qat zêde bûye. Dizî/Nelirêtî jî bi heman rengî zêde bûye. Bi nelirêtiyê diziya keda karker, esnaf, cotkar, rençberan dikin. Dest bi diziya kedê kirine. Qedexe li ser qedeyeyê zêde dikin. Êdî nivîskar, rewşenbir, rojnameger û siyasetmedar nikarin fikrên xwe azad bînin ziman. Yên ku fikrên xwe tînin ziman û dinivîsin tên girtin. Ji ber vê yekê dema AKP hat îktîdarê hejmara girtiyan 55 hezar bû, lê niha 295 hezar e. Ev nîşan dide ku qedexe zêde kirine. Berê li kolan û kuçeyên tarî qetil dikirin. Lê niha di girtîgehên ‘modern’ û hucreyên tarî de qetil dikin.  Divê êdî hemû gelên cîhanê vê rastiyê bibîne û dengê xwe bilind bikin.

Nûçeyên Têkildar