Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Girtîgeh: Qetlîama li ber çavan, laboratuwara rejîma AKP-MHP’ê

Di dîroka têkoşîna azadiyê ya kurdan de jî di dîroka Tirkiyeyê de jî girtîgeh û mekanîzmaya cezakirinê hem bingeha avakirina desthilatiyê hem jî rêbaza veçirandina wê desthilatiyê ye. Siyaseta girtîgehan hem wek rêbaza zext û zorê ya dewletê hem jî wek rêbaza têkoşîn û berxwedana li dijî wê zordestiyê teşe girtiye.

Li Tirkiyeyê tiştê ku herî zêde karakterê desthilatiyê nîşan dide siyaseta zindanan e. Polîtîkayên ku bi riya zindanan tên meşandin, zorbetiya ku bi ser girtîgeh û girtiyan re tê meşandin anku eynika desthilatiyê îro zindan bi xwe ne. Ew eynik li aliyekî eynika zordariyê ya dewletê, li aliyê din jî berxwedana li dijî wê zordariyê ya girtiyan bi xwe ye. Di dîroka têkoşînê de dînamîzma şoreşgerane ya zindanan, her tim bûye parçeyekî dînamîk a têkoşîna kurdan. Ji Îmraliyê bigire heta her zindaneke Tirkiyeyê, ew dînamîka şoreşgerane îro gihiştiye asta herî bilind.

Ji avakirina komarê bigire heta niha zindan her tim wek aparateke birêvebirinê ya desthilatiyê hatiye bikaranîn. Bi taybetî piştî bihêzbûna Tevgera Azadiyê û bipêşketina hêza birêxistî ya gelê kurd, ev aparat jî hem curbicur bûye, hem jî bi awayekî karîger ji bo tehkîmkirina wê desthilatiyê hatiye şixulandin. Îro ev aparata cezakirinê bûye wek aparateke îdama yasayî anku kuştina qanûnî.

Îro li Tirkiyeyê dîwarên zindanan her ku diçe stûrtir û bilindtir dibin. Miqabilî zordariya desthilatiyê, zindan jî wek laboratuwareke rejîma AKP-MHPê bûne cihên pergaleke taybet a ku li ser dijminahiya gelê kurd hatiye avakirin. Girtiyên ku dibêjin “dibe ku hûn bedena me sînor bikin, lê ruh û aqilê me nikare bê sînorkirin” îro bi reftar û rûyê hebîs û kirêt ê vê pergalê re rûbirû ne. Geh bi îşkence û lêdanê, geh bi sirgûn û tecrîda girankirî, repertuwara şidetê ya desthilatiyê îro herî zêde li ser girtîgehan û li ser girtiyan tê sepandin.

Dema mirov li rewşa zindanan dinihêre, mirov nêzikatiya dewletê ya pirsgirêka kurd dibîne. Dewlet çawa nêzikî pirsgirêka kurdan bibe, çawa nêzikî daxwazên kurdan bibe, li dor wê nêzikatiyê siyaseta xwe ya girtîgehan jî vesaz dike. Loma jî siyaseta zindanan reng û karakterê rejîmê bi xwe nîşan dide.

Di dîroka komarê de wek aparekete cezakirinê, girtîgeh her tim wek gef û rêbazeke birêvebirinê hatiye şixulandin û îro jî bi heman rengî tê şixulandin. Ji bo wê jî di hiş û bîra gelê kurd de gelek kiryarên cezakirinê yên dewletê hene û repertuwara cezakirinê ya dewletê gelek dewlemend û berfireh e.

Bi taybetî piştî sala 2015’an û bidawîkirina pêvajoya aştiyê, siyaseta herî qirêj li zindanan hat meşandin. Li gorî daneyên saziyên dewletê îro li Tirkiyeyê 383 girtîgeh hene. Piştî bidawîkirina pêvajoya aştiyê ji 160 heban zêdetir girtîgeh hatine avakirin. Tenê di sala 2022’an de dest bi avakirina 37 zindanan hatiye kirin. Bi avakirina van zindanan re di dawiya salê de hejmara girtîgehan dê bibe 419. Îro tenê li Amedê ji dehan zêdetir girtîgeh hene. Li bajarên kurdan ên din jî rewş hema hema bi vî rengî ye. Zindan îro bûne aparata herî karîger a avakirina kolonyalîzma nû û ferzkirina desthilatiyê.

Dewlet îro hem zagonên xwe hem jî zagonên navneteweyî nas nake û bi riya zindanan siyaseta xwe ya otorîter bi cih tîne. Li zindanan êriş,  îşkence û zordarî gihiştiye asta herî jor. Gelek girtiyên ku cezayên xwe, înfazên xwe temam kirine bi awayekî derqanûnî nayên berdan. Her roj, her hefte îşkence li girtiyan tê kirin. Gelek kes di encamên wan êrîşan de tên qetilkirin. Zindan îro bûne cihên kuştin û qetlîaman. Şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin jî dibin parçeyê vê qetlîama fermî û sistematik de ne û nahêlin cenaze bên veşartin û wecîbeyên dînî bên kirin. Li ber çavên dinyayê, bi awayekî aşkere, tu norm û qaîdeyên mirovî, wijdanî nayên naskirin û dijminatiyeke aşkera li dijî girtiyan siyasî tê meşandin.

Rewşa zindanan, komkujiya ku li zindanan tê meşandin îro bang û hişyariyeke mezin e ji bo bihêzkirina têkoşînê. Ew têkoşîn îro têkoşîna rûmetê ye ji bo gelê kurd bi taybetî. Geh li Îmraliyê li dijî birêz Ocalan, geh jî li her zindaneke Tirkiyeyê konsepteke qirêj li dijî girtiyên azadiyê tê meşandin û zindan îro bûne laboratuwara wê konseptê.

Zindan dînamîka herî karîger a têkoşîna azadiyê ya kurdan e. Geh li derve geh jî li zindanan ew têkoşîn îro jî didome. Rewşa zindanan, polîtîkayên qirêj ên zindanan îro bi tu awayî nayên qebûlkirin. Ji bo wê jî îro erka sereke ya her kurdekî û mirovekî xwedî wijdan û demokrat ew e ku guh bide bang û awaza zindanan û bibe dengê girtiyan. Li zindanan îro li ber çavên her kesî ew komkujî tê pêkanîn. Ji bo ku rê li ber wê komkujiyê bê girtin, divê ji her demê zêdetir rewşa zindanan bibe rojeva sereke ya kurdan. Divê li her derê, hemû derfet bên seferberkirin ku rê li ber siyaseta qirêj bê girtin.

Nûçeyên Têkildar