Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafê jiyan ê

Hevberdevkê ÎHM’ê ya Baroya Wanê Savaş Avci diyar kir ku girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan û wiha got: “Li cihekî ku mafê jiyanê lê tê binpêkirin, em neçar dimînin ku ji mafê nameyê zêdetir li ser mafê jiyanê bisekinîn.”  

Binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Bi taybet jî mafê herî bingehîn anku mafê jiyanê tê binpêkirin. Lewma jî di nava salekê de herî kêm 75 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Hevberdevkê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê parêzer Savaş Avci da zanîn ku binpêkirina mafê jiyanê zêde dibe lewma ew hewl didin ji ewil çareseriyekê bo vê binpêkirinê peyda bikin.

Avci, da zanîn ku bi awayekî rêk û pêk diçin serdana girtîgehên li herêma Serhed û Behra Reş û bi girtiyan re hevdîtinan dikin. Avci, got ku di encama van hevdîtinan de raporan amade dikin û piştre bi raya giştî re parve dikin.

Parêzer Avci diyar kir ku li gorî mewzûata girtîgehan, armanca girtîgehan ji cezakirinê zêdetir divê bibin cihê jinûveqezenckirina girtiyan û wiha got: “Lê mixabin girtîgehên ku em diçin serdanê bi vê armancê nînin. Veguherîne navendên binpêkirinên mafên mirovan. Di her qadê de armanca esasî, cezakirina girtiyan e. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an,  zext û binpêkirinên li girtîgehan jî 3 qet zêdetir bûn. Di sala 2020’yan bi destpêkirina pandemiyê re mafên civakî jî hatin rakirin. Li gel ku tevdîrên pandemiyê bi dawî bûne jî rê nadin peywendiyên di navbera qawîşan û aktîvîteyên civakî. Li pêşiya hevdîtinê vekirî û yên li ser telefonê jî astengiyên mezin hene. Li hinek girtîgehan xebatkar û rêveber ji bo dilê xwe hênik bikin êrişên fîzîkî dikin. Li hemû girtîgehan ji bo pirtûkan sînorek heye. Ev jî herî zêde yan 5 an jî 8 pirtûk in. Tenê rojnameyên ku rêveberiya girtîgehê dixwazin didin girtiyan. Her wiha ji bilî qenalên ku rêveberiya girtîgehê diyar kirine, girtî nikarin qenalên din temaşe bikin.”

Rêveberiya girtîgehan li gor xwe qanûnan ava dike

Bi domdarî Avci destnîşan kir ku girtîgeh bi qanûnan nakin û wiha pê de çû: “Qanûnên înfazê li girtîgehan cuda dikevin meriyetê. Mafê agahîgirtinê yê girtî heye lê ev maf bi awayekî keyfî tê binpêkirin. Yek ji mînaka vê jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Bersiva sedema qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re nîne. Di qanûnê de astengkirineke wiha nîne. Ji ber ku girtî li dijî hejmartina ser pêyan derdikevin, li wan cezayên disiplînê tên birîn. Li gorî qanûnê; xebatkarê girtîgehê dikeve hundir û girtiyan dihejmêre û derdikeve. Lê hejmartina li ser pêyan weke rêbazekî hûnkirina dilê xwe û lîstina bi rûmeta girtiyan bi kar tînin. Di halê hazir de sedema bingehîn a van binpêkirinan, polîtîkayên heyî û nekontrolkirina girtîgehan e. Girtî ji bo baro, Wezareta Dadê, dozgerî û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê nameyan dinivîsin. Lê belê gelemperiya daxwazname û nameyên wan tên astengkirin û nayên şandin.”

Tevahî nexweşî bi êşbirê tê tedawîkirin

Di berdewamê de Avci got ku girtî di mijara tenduristiyê pirsgirêkan dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke mînak; dema diranê girtiyekî diêşe ku her kes bi êşa diran dizane, ji nişkan ve dibe û lezgîn e, divê were tedawîkirin. Girtî vê daxwaz dike lê revîra girtîgehê tenê dermanên êşbirê dide û sewqa girtî dide 6 meh piştre. Lewma girtî neçar dimîne ku 6 mehan wê êşê bikşîne. Li vir jî mirov nikare qala mafê tedawiyê û tenduristiyê bike.”

Li girtîgeha Dumluyê sepanên taybet

Avci, bi lêv kir ku li tevahiya girtîgehan binpêkirinên zêde hene û ev tişt anî ziman: “Lê belê li Girtîgeha Hejmar 1 û Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê ku 2 sal in hatiye avakirin pir zêdetir in. Tevahiya qawîşan ji hucreyên yekkesî pêk tên. Girtiyên ku cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Lê li Dumluyê beriya ku ferq û cudahiyê têxin navberê, girtiyên cezayê muebbetê lê hatiye birîn û yên ne hikûmxwar jî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Gelo em ê vê di nava kîjan binpêkirinê de binirxînin? Di qanûnê de tiştekî wiha nîne. Me ji bo vê serî li Wezareta Dadê da lê li me venagerin. Em ji Wezareta Dadê dipirsin; gelo armanca vê sepanê çi ye? Divê sedema vê bo me were vegotin. Her wiha ev 5 sal in li Girtîgeha Panosê pirsgirêka avê heye. Ji ber vê pirsgirêkê nexweşiyên çerm di girtiyan de çêbûne.”

Êdî mafê jiyanê tê binpêkirin

Parêzer Avci daxuyand ku ew hewl didin li dijî binpêkirinan çareseriyan peyda bikin û wiha derbirî: “Di demên berê de televîzyon an jî pirtûk, kovar û hwd. nedidan girtiyan û nîqaşên me jî li ser vê mijarê bûn. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî me serlêdan dikirin. Em niha jî di raporên xwe de cih didin van binpêkirinan lê êdî bûn pirsgirêkên ji rêzê. Ji ber ku êdî li pêşiya me binpêkirinên pir mezintir hene. Mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Êdî mafê jiyanê pir zêde tê binpêkirin. Di mijara Garîbe Gezer de hat xwestin ku derheqê personelê li wê derê de lêpirsîn were destpêkirin. Lêpirsîn hate vekirin lê bi neşopandinê bi dawî bû. Gotin; ‘sûcek nehatiye tespîtkirin.’ Gelo Garîbe Gezer çawa jiyana xwe ji dest da? Li wir binpêkirin hebû û dîmen jî delîl bûn. Derket holê ku lê hatiye xistin. Em di serdemekî wisa de ne ku mafê jiyanê pir erzan tê dîtin. Mixabin ku li cihekî ku mafê jiyanê ewqas tê binpêkirin êdî mirov nikare qala binpêkirinên nameyan jî bike. Lewma em neçar dimînin ku ji ewil mafê jiyanê bigirin rojeva xwe.”

Divê saziyên peywendîdar rolê xwe bi cih bîne

Avci, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan wiha bang li Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê kir: “Lêkolîna li girtîgehên Behra Reş û Girtîgeha Dumluyê pir jiyanî ye. Her wiha em dixwazin ku Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan li berpirsyariyên xwe rabe. Em li bendê ne ku ji bo dawî li van binpêkirinan bên, berpirsyariyên xwe bînin cih û kontrolan zêde bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar