Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Girtîgeha Panosê bûye Kampa Naziyan haya we jê heye?

Ji Girtîgeha Panosê Burhan Şik, bi pirsa ‘Kes ji we dengê mirovên li Girtîgeha Tîpa L’yê dibihîse?’ balê dikişîne ser rewşa ku ew têde ne. Şik, şertên jiyanê yên li girtîgehê dişibîne mîna kampên Naziyan. Şik dibêje li girtîgehê li ser jiyana wan taloke heye û bang kir ku dawî li van kirinên dermirovî were

Zext û îşkenceya li girtîgehan her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî jî piştî serdema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê herî zêde di serdema desthilatdariya AKP’ê de ev îşkence zêde bûne. Rojane ji girtîgeheke cûda dengê qêrîn û berxwedan girtiyên siyasî tê. Dewleta tirk a ku nikare bi pergala xwe serî bi kurdan bide tewandin li dîlên di destên xwe de yên girtîgehan bi îşkenceyê dixwazin encamekê bi dest bixe û serî bide tewandin. Lê belê girtiyên siyasî yên kurd, dîlên azadiyê ji serdema 12’ê Îlon ve ye li ber xwe didin û serî natewînin. Bi berxwedanên xwe yên li zindanan mohra xwe li dirokê dixin û textên desthilataran hildiweşînin dawiya pergala îşkencekaran tînin.

Dewlet û desthilat her ku dibîne berxwedan li pêşberî wan zêde dibe û bi pergala xwe ya îşkenceyê nikare serî bi dîlên azadiyê bide tewandin, pêkanînê dij exlaqî û dij mirovî pêş dixe. Dewlet û desthilata AKP’ê dixwaze bi hovitî û îşkenceya xwe encamekê bi dest bixin û vîna dîlan azadiyê teslîm bigirin. Ev pergala îşkenceyê mirov dikare bêje li hemû girtîgehên ku girtiyên siyasî lê dîl têne girtin heye. Lê belê hin ji van girtîgehan jî bi taybet hatine bijartin û dixwazin bi îşkenceya xwe encamekê bi dest bixin.  Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa L ya Panosê Agiriyê ye.

Girtiyên ku li dijî îşkenceyê li ber xwe didin di heman demê de hovitî û îşkence ya ku li wan têne kirin jî radigihîn û banga hestewariyê li civak û saziyên eleqedar dikin.  Yek ji girtiyê li vê girtîgeyê dîlgirtiye Burhan Şik  e. Şik bi nameya ku şan ji derve, li dijî kirinên derqanûnî û  dermirovî banga bihistyariyê kir.  Burhan Şik, bi pirsa ‘Kes ji we dengê mirovên li Girtîgeha Tîpa L’yê dibihîse?’ balê dikişîne ser rewşa ku ew têde ne. Şik, şertên jiyanê yên li girtîgehê dişibîne mîna kampên Naziyan. Şik dibêje li girtîgehê li ser jiyana wan taloke heye û bang kir ku dawî li van kirinên dermirovî were.

Dişibe Kampa Naziyan

Şik di nameye de dibêje ji ber tecrîd û îzolasyona li ser wan têkiliya wan a bi derve re hatiye qutkirin, têştên derhiqûqî û dermirovî tê kirin. Şik di nameyê de diyar dike piştî ku Midûrê 1. ê Girtîgehê Ahmet Ergun beriya bi salekê tê îşkence, tehde dest pê dike, şertên mirovî û sosyal bi temamî ji holê hatine rakirin, bi dijminatî nêzîkatî têdayin, zextan wiha zêde dike ku berê mirovan dide xwekuştinê. Şik wiha dibêje: “Ji ber Ahmet Ergun şertên jiyanê ji holê rabûne û Girtîgeha Tîpa L’yê ya Pansê bûye mîna kampa Naizyan. Tu ewlehiya jiyana me tune. Ev salek e nahêlin ku rojname werin, radyoyên wan ji wan standine, bi hinceta ku li ode radyo dîtine cezayê disîplînê didin, girtiyên nexweş nikarin tedawî bibin û wan ber bi mirinê ve dibin. Vê sala dawî mirovên ku tedawiya wan nehatî kirin irin, xwedêgiravî dema ku carinan girtiyan dibin revîrê jî dibêjin hatine sewqkirin lê tu tedawî nayê kirin. Qadên hevpar jî hatin rakirin û pêdiviyên jiyana rojane jî têne sînordarkirin, dest li ser amûrên taybet datînin û dirizînin. Ava germ nadin, nahêlin ji 2-3 kesan zêdetir mirov bi hev re wêne bigirin. Tu pêdivî ên kantînê nayên bi cih nayê.”

Zextê li malbatan jî dikin

Şik got her roj bi ser koxuşên wan de digirtin, dest li ser kelûpêlên wan ên taybet datînin, bi zext û heqeretan berê mirovan didin xwekuştinê û gerdiyan dibêjin; ‘Em dizanin, hûn ê xwe bikujin, hûn ê xwe bişewitînin, daleqînin, ziyanê bidin xwe.’Şik got ku zext û zordariyê ne tenê li ser wan dikin, dema ku malbatên wan têne serdana wan heman zext û zordariyê û heqaretê li wan jî dikin, ji derpê bigirin heta bi goreyan bi navê lêgerînê ji wan dikin û dema ku malbat vî tiştî qebûl nakin jî gefê li wan dixin dibêjin wan bernadin hundir, wan bidin girtin.

Gerdiyanan hene ku ji îşkenceyê kêfê digire

Şik destnîşan dike ku komeke gerdiyan hatiye avakirin, pir provokatîf e, êrîşkar e û ji îşkenceyê kêfxweş dibe, ne diyar e bê ka kengî dê êrîşê bibin ser kuderê û dema ku ji midûran re ev rewş tê gotin, dibêjin, ‘em jî nikarin kontrol bikin’ û bi vî rengî gef li wan tê xwarin. Şik got ku gelek caran li korîdoran girtiyan dikişinin deverekê, heqaret li wan tê kirin, li wan dixin, wan davêjin hicreyan û dema ku gilih dikin jî tu bersivê nadin wan. Şik diyar dike ku bi rengekî kêfî lêpirsînên disîplînê li ser wan vedikin û têne cezakirin.

Bila dawî li rewşa bêhiquqî were

Şik, dibêje pêkanînên kêfî têne ferzkirin, bi navê polîtikayên tretman bi tecrîd û îzolasyonê jiyan tê sînordarkirin, hiqûq û mafê mirovan tê binpêkirin. Şik, banga  hestiyarî li çapemenî, parlamenteran, partiyên siyasî, saziyên wijdanê civakê, saziyên hiqûqî kir ku li ser rewşa wan baldar û bihistyar bin. AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar