Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Girtîgeha Panosê veguheriye cihê îşkenceyê’

Dayika girtiyê bi navê Mustafa Toptekîn, Herdem Toptekîn diyar kir ku ji ber zext û tundiya li Girtîgeha Panosê, girtîgeh veguheriye cihê îşkenceyê û got ku di nava xwarin û nanê girtiyan de neynûk derdikevin û heftiyê du caran gardiyan davêin ser qawîşan

Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê zext û tundiya li ser girtiyan didome. Dayika girtiyê bi navê Mustafa Toptekîn, Herdem Toptekîn diyar kir ku hemû mafên zarokên me tên binpêkirin û got, girtîgeh kirine navenda tecrîd û êşkenceyê.

Toptekîn da zanîn ku kurê wê di sala di sala 2010’an de li Deriyê Çiyê ji aliyê polîsan ve hate destîgkrin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 9 sal e di girtîgehê de tê girtin. Dayik Toptekîn anî ziman ku kurê wê ti sûç nekiriye û wî tenê dibistan dixwend û destnîşan kir ku di sala 1990’an de ji ber polîtîkayên şer ên dewletê, koçî Sûr a Amedê kirine û ji wê rojê heta niha ve malbagta wan di hedefa dewletê de ye.

Toptekîn der barê zextên li girtiyan tên kirin jî ev agahî dan:“ Dema ez çûm girtîgehê kurê min ji min re got, piştî grevên birçîbûnê, helwesta rêveberiya girtîgehê hişk bûye. Kurê min û hevalên xwe ji ber ku 2 meh û nîv di greva birçîbûnê de ma, pir zeîf û bêhal bûye. Di hevdîtinê de kurê min got, bi zextên derûnî re zextên fîzîkî jî pir zêde bûne. Kurê min berî 9 salan bi tendirust hate destgîrkirin û di nava 9 salan de gelek nexweşî di kurê min de rû dane. Girtiyan di demê xwe de nabin nexweşxanê û bi rêk û pêk nayin dermankirin. Ez pere ji kurê xwe re dişinim, pere ji bo min paşde vedigere û nadin zarokên me. Di her alî de Panos bûye cihek taybet û îşkence li girtiyan tê kirin.”

Dayik Toptekîn destnîşan kir ku berê jî di girtîgehê de zext hebûn û û ev tişt got: “Piştî grevên birçîbûnê û vir de zextên li ser girtîgehan zêde bûn. Gardiyan heftiyê du caran li ser qawîşan de digrin. Doşekên girtiyan bi kêrê diçirînin û lêgerîn dikin. Gardiyan helwestên şikandina rûmeta girtiyan nîşan didin û heqaretê li wan dikin. Kurê min got, di girtîgehê de ekîbên taybet hene. Divê Wezareta Dadê vê yekê lêkolîn bike. Hefteyê tenê carekê ava gerim didin girtiyan. Di nava xwarin û nanê didin girtiyan de neynûk û kêzik derdikevin. Rojname û pirtûkan nadin zarokên me. Her wiha kurê min got, ji ber biha buhabûna birinç li girtîgehê her demê savarê çêdikin û di nava savarê de jî neynûk û kêzîk derdikevin. Dîsan rêveberiya girtîgehê destûr nade girtî pantolên bi berîk li xwe bikin. Dema em jî diçin girtîgehê rastî zor û zehmetiyên mezin tên. Malbat jî rastî zoriyên mezin tên.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar