Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Girtîgeha Sîncanê weke herêmeke pîlot hatiye hilbijartin

Parêzer Sînem Coşkûn têkildarî pêkanîn li girtîgeha Sîncanê tê meşandin de got ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji sala 2021'ê ve tu girtiyên înfaza xwe temam kirine di wextê xwe de nehatine berdan û wiha axivî: “Mirov dikare Sîncanê wekî herêmeke pîlot û vê Lijneya Îdareyê jî wekî 'dadgeheke cezayê giran' binirxîne."

Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Rêveberiya Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ku bi taloqkirina berdana girtî Nûriye Adet a ku du caran taloq kiribû. Bi vê re girtîgeh bûbû rojev.

Derket holê ku ji 21’ê çileya 2021’ê ve tu girtiyên ku înfaza xwe temam kirine di wextê xwe de ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê nehatine berdan.

Parêzer Sînem Coşkûn tiştên hatine serê muwekîlê wê wekî tiştekî sosret şîrove kir û got: “Li ber me xerabeteke hiqûqî heye. Ji lew re lijneyek erka dadgehekê bi kar tîne û berdana bi şertî asteng dike. Ev yek ji bo Nûriyeyê û jinên din ên mafên wan ê berdana bi şertî tê binpêkirin ‘darizanedineke jinûve ye’ lê ev darizandin ji aliyê meqameke darizandinê ve nayê kirin. Rejîmeke sosret e.”

Coşkûn destnîşan kir ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê xwe dixin şûna dadgehan û taloqkirina berdana girtiyan wekî “sûc” pênase kir. Coşkûn Lijneyên Îdare û Çavdêriyê wekî rejîma nû ya binpêkirinên mafan wesifand û got: “Ev wekî amûreke cezakirinê tê bikaranîn li hemberî derdorên civakî û gelê kurd.”

Coşkûn ku van lijneyan wekî îstisna nirxand anî ziman ku kesên ku li ser navên van lijneyan kar dikin sûc dikin.

Coşkûn bibîr xist ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê di 21’ê çileya 2021’ê de hatine avakirin û ji roja hatine avakirina heya niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tu girtî di wextê xwe de nehatine berdan û vê girtîgehê wekî “herêma pîlot” nirxand. Coşkûn got: “Heya niha tu girtî sûd ji mafê berdana bi şertî negirtine û nehatine berdan. Ev li vê Girtîgeha Jinan wiha ye. Gava em îtiraz dikin, tu tiştekî nadin ber me. Mesela, em ferz bikin hûn di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ne û 6 sal û nîv ceza li we hatiye birîn. Gava hûn vî cezayî temam bikin hûn tên berdan. Yanî mirov dikare bêje ku ev lijne biryara dadgeha ku we darizandiye jî ji ortê radike. Lewma mirov dikare Sîncanê wekî herêmeke pîlot û vê Lijneya Îdareyê jî wekî ‘dadgeheke cezayê giran’ binirxîne.”

Coşkûn bilêv kir ku ji ber tu girtiyên jin di wextê xwe de nayên berdan mirov dikare bibêje ku ev der wekî navenda terbiyekirina jinên polîtîk tê bikaranîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar