Dewleta tirk a faşîst girtîgeh kirine cihên faşîzmê. Dixwazin vê faşîzmê bi avakirina girtîgehên tîpa S bidomînin. Girtîgeha Tîpa S a Îdirê di sala 2017’an de hat çêkirin wek girtîgehek pîlot hatiye bijartin. Piştî girtîgeha tîpa S li Îdirê hat avakirin, di sala 2021’an de jî li Manavgat, Antalya, Bodrûm, Kirşehîr, Kavak û Çarşamba hatin çêkirin. Ev girtîgeh ji hucreyên sê kesî pêk tên û bi kamerayan tên şopandin.
Di di salên dawî de 5 girtî li Gîrtgeha Tîpa S a Îdirê Umît Acar, Sezer Alan, Sînan Kaya, Ercan Çakar û herî dawî jî di 29’ê cotmeha 2024’an de Adnan Karayîgît bi awayên guman jiyana xwe ji dest dan. Ev mirinên bi guman wek “întîhar” ango “ji ber nexweşînê mirin e” hatin tomarkirin. Parêzvanên mafên mirovan van mirinan wek “mirinên bi guman” tê nirxandin. Girtîgeha Îdirê ji roja hatiye çêkirin ve bi binpêkirinên mafan û mirinên guman di rojevê de cih digire.
Pêşniyaznameyên ku ji aliyê Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn ve têkildarî muameleya xerab û mirinên bi guman hatin rojevê jî, ji aliyê Wezareta Dadê ya ku berpirsyariya wê girtîgeh e, bêbersiv tên hiştin. Hun bi bîr xist ku mirina 5’emîn li Girtîgeha Tîpa S ya Îdirê pêk hat û wiha got: “Di hevdîtinên me yên bi girtiyan re hemû girtî, girtiyên edlî û siyasî ji roja ku girtîgeh hatiye avakirin heta niha rastî binpêkirinên giran tên. Polîtîkayeke taybet tê meşandin. Di hevdîtinên me yên berê yên li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê de hat gotin, ‘Ev der kirine navenda êşkenceyê’.”
Parlamenter Yilmaz Hûn diyar kir ku Girtîgeha Tîpa S a Îdirê girtîgeheke taybet e û wiha got: “Girtî rastî tehdîd, lêdan, îşkenceyê tên, mafên wan tên desteserkirin û dema girtî li dijî van pêkanînan derdikevin jî, tên cezakirin rastî cezayên cuda tên. Girtiyê herî dawî li Girtîgeha Îdirê ket rojeva birçîbûnê. Ji ber daxwazên wî nehatin qebûlkirin, neçar ma ku bikeve rojiya mirinê. Girtî li dijî binpêkirinên mafan, mirinê jî didin ber çavên xwe. Me pêşniyar kir ku li girtîgehê komîsyonek bê avakirin, lê hemû daxwazên me bi israr hatin redkirin.”
Yilmaz Hûn diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê roj bi roj dijartir -dibe û got ku bi pêvajoya pandemiyê re girtîgeh veguherîne çala mirinê. Hun anî ziman ku çalakiya girtiyan ya werzîşê, saetên xwendinê, hewayê û mafên kombûnê tên astengkirin an jî bi temamî tên qedexekirin û wiha got: “Ji ber hincetên pir hêsan hevdîtina malbatê tê astengkirin. Girtî van binpêkirinên mafan bi rêya telefonê ji malbatên xwe re dibêjin. Pirsgirêkên ku di girtîgehê de diqewimin bi derve re parve nakin. Ev bûyerên li girtîgehan jî asta edalet û demokrasiya li Tirkiyeyê nîşan didin.”