Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Girtîgehên bi tîpa S’yê wê ji bo kurdan bibin kampên komkirinê

Ji bo Girtîgeha Tîpa S a yek kesî ku hikumeta AKP’ê beriya niha bi demekê xiste meriyetê, li Erzîromê 2 girtîgehên cuda têne çêkirin. Hevseroka TUHAY-DER’ê ya Wanê Edîbe Babûr got, plan dikin ku 2 hezar girtiyên kurd li vê derê kom bikin.

Girtîgeha bi Tîpa S ku destpêkê li Antalyayê ket meriyetê û piştre jî li Mûgla û Îdirê hat çêkirin, zêde dibe. Di sala 1999’an de dema ku MHP desthilatdar bû, girtîgehên bi tîpa F’yê piştî qetilkirina bi sedan girtiyan ketibû meriyete. Niha jî di demekê de ku MHP li ser desthilatdariyê ye modela girtîgeha bi tîpa S’yê dikeve meriyetê.

Armanc ji girtîgeha tîpa S’yê ew e ku girtiyên siyasî yên ku cezayê heta bi hetayê li wan hatiye birîn li hucreya yekkesî bihêlin û bi temamî ji jiyanê îzole bikin. Piştî Antalya, Îdir û Mûglayê niha jî li Erzîromê 2 girtîgehên bi tîpa S’yê têne çêkirin. Balkêş e ku Erzîrom ji bo çêkirina girtîgehan hatiye hilbijartin, ku malbat bi zorê dikarin xwe bigihînin vî bajarî û zarokên xwe bibînin.

Dixwazin tecrîdê li hemû girtîgehan belav bikin

Girtîgehên bi Tîpa S’yê girtîgehên bi ewlekariya bilind in û ji odeyên yek kesî pêk tên. Kapasîteya wan jî derdora 500-550 kesî ye. Ji bo hikumxwarên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn, hatiye amadekirin. Girtîgehên bi tîpa S wê ji girtîgehên bi tîpa F’yê hîn bêhtir tund û şidandî be. Girtiyên siyasî yên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn û mehkûmên metirsîdar ên dikevin ber xala 9/3 ya qanûna bi hejmara 5275 wê li girtîgehên bi ewlekariya bilind ên bi tîpa S’yê bêne bicihkirin. Mehkûm wê li odeyên yekkesî bêne bicihkirin.

‘Tecrîdê qanûnî dikin’

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, hevseroka TUHAY-DER’ê ya Wanê Edîbe Babûr û Hiqûqnas Feyzî Çelîk li ser armanca girtîgehên bi tîpa S’yê ji ANF’ê re axivîn. Hemû hemfikirin ku armanca esasî ew e ku; tecrîda li Îmraliyê destpê kir li hemû girtîgehan bê belavkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan diyar kir ku bi girtîgehên tîpa S’yê re girtîgeh wê bibin qada mirinê. Mûazzez Orhan anî ziman ku demeke dirêj e li girtîgehên Tirkiyeyê hewl tê dayin ku girtiyên siyasî bi saxî jê dernekevin û ev tişt anî ziman: “Bi Tîpa S’yê re wê girtî bi temamî bêne tecrîdkirin. Mirov wê bi tenê bên hiştin û ji her tiştên mirovî bê qutkirin. Ji aliyê psîkolojîk ve girtî wê nikaribe jiyana xwe dewam bike. Wê bibe sedema mirinê yan jî pirsgirêkên psîkolojîk. Tecrîda ku di sala 1999’an de li Îmrailyê destpê kir, niha jî wê bi Tîpa S’yê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe. Tecrîdê qanûnî dikin. Bi şert û mercên fîzîkî dixwazin polîtîkayên tecrîdê rewa bikin. Polîtîkayeke asayîkirina tecrîdê dixin meriyetê. Vê yekê li dijî girtiyên siyasî dikin. Bi hezaran mirov wê ji ber fikrên xwe yên siyasî destpêkê tecrîd bikin piştre jî terkî mirinê bikin. Girtîgehê vediguherînin qadên mirinê. Bi hezaran girtiyên siyasî yên kurd wê li van girtîgehan bêne komkirin.”

Kampên komkirinê

Hevseroka TUHAY-DER’ê ya Wanê Edîbe Babûr jî diyar kir ku li Tirkiyeyê girtîgeh ewqasî zêde bûne ku êdî tîpên alfabeyê têrê nakin.

Babûr anî ziman ku girtîgehên herêma Derya Reş hemû bêne valakirin û girtî sewqî tîpa H a Erzîromê hatine kirin û ragihand, niha 60 girtiyên siyasî yên li Trabzon, Gumuşhane, Gîresûn, Rîze, Zongûldak û Stenbolê anîn Erzîromê. Plan dikin ku 2 girtîgehên bi tîpa S ên li Erzîromê bikin girtîgeha herêmê. Li Erzîromê girtîgeheke bi tîpa S’yê hefteya derbasbûyî hat vekirin. Hevalan hemûyan li vê derê kom dikin. Li van hevalan hemûyan cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê hatiye birîn. Girtîgehên bi Tîpa S’yê wê ji bo girtiyên kurd bibin navendên komkirinê. Ev cihê fikaran e.”

‘Tîpa S tê wateya hucreya mirinê’

Babûr da zanîn ku dê  ji kiryarên tîpa F’yê bêhtir kiryaran dê bi tîpa S’yê bixin meriyetê û destnîşan kir ku bi van girtîgehan dixwazin girtiyan ji hev qut bikin. Babûr diyar kir ku di encama berxwedan û têkoşînê de rê nehate dayin ku tîpa F bi temamî bikeve meriyetê û wiha dewam kir, “Piştî ku fêhm kirin wê heval dest ji doz û fikrê xwe bernedin, vê carê jî hewl didin mirovan bi tenê bihêlin. Tîpa S tê wateya hucreya mirinê. Girtîgehên bi tîpa S li dijî ciwanên kurd, li dijî siyasetmedarên kurd hatin çêkirin. Ji bo wan ji fikir û malbatên wan dûr bixînin çêdikin. Bi taybetî, ji ber ku malbat nikarin xwe bi hêsanî bigihînin Erzîromê, van girtîgehan li Erzîromê çêdikin. Çi dibe bila bibe, kurd wê ne ji doza xwe, ne jî ji fikir û rûmeta xwe vegerin. Lewma em dixwazin bang li Wezareta Edaletê bikin. Tavilê dest ji van polîtîkayan berdin. Her roj li girtîgehan mirov dimirin, her roj cenaze ji girtîgehan tên derxistin. Tîpa S’yê wê vê yekê zêde bike. Di vê mijarê de divê raya giştî baldar be.”

‘Dixwazin cezayan girantir bikin’

Hiqûqnas Fevzî Çelîk jî ragihand ku bi Girtîgehên bi tîpa S dixwazin girtiyên cezayê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn li çend girtîgehan kom bikin.

Fevzî Çelîk destnîşan kir ku bi rêya van girtîgehan dixwazin tecrîda li ser girtî û hikumxwarên li gorî xwe xetere dibînin, girantir bikin û got, “Van girtîgehan li deverên ku çûn û hatina wan zehmet e çêdikin. Lewma jî wê serdana malbatan û parêzan jî wê zehmet be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar