Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Girtin roja reş be dê azadkirin bibe roja cejn û şahiyê

Civaka însanan, her tim wate daye bûyer û geşedanên ku di jiyana wan de qewime. Rojên xweş û geş wek pîroz û şahî dîtine. Rojên ku di jiyana wan de xerabî, ne başî û bê bextî çêkirbe jî wek rojên reş dîtine û şîn girêdane.

15’ê Sibatê jî rojeke reş û tarî ye. Roja xayîntî û bêbextiyê ye. Roja bê wijdanî û bê exlaqiya pergala cîhanê ya li hemberî gelê kurd e. Roja biryardayîna qirkirina gelê kurd e. Ev roj di derûnî û ruhê gelan de birînek kûr vekir. Her çiqas rojek reş û tarî bê jî di heman demê de roja têkoşînê ye. Roja xwedîderketinê û hêvî xurtkirinê ye. Roja xurtkirina bawerî û girêdayînê ye. Ji ber vê yekê di her 15’ê Sibatê de gelê kurd û dostên xwe di vê rojê de cilê reş li xwe dikin, rojî digirin. Di heman rojê de dadikevin kolanan çalakiyan pêk tînin. Komplogeran lanet dikin û xwedî li Rêbertiya xwe derdikevin. Ev 23 sal in bûye ruhek û kevneşopiyek.

23 sal di ser komploya navneteweyî de derbas dibe û em dikevin sala 24’an. Komplo çima pêk hat? Armanca komplogeran çi bû? Kîjan hêz tev li bû? Çawa tev li bû?, li ser van mijaran gelek tişt hatin gotin. Dê hê jî were gotin. Ji ber ku gelek mijar hîn zelal nebûye. Ya herî muhîm ew ê ku komplo bi ser ket an na?

Ji bo komplo vala were derxistin, di serî de Rêberê Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û gelê kurd û dostên xwe ev 23 sal in têkoşînek mezin û bêhempa didin meşandin. Rêbertî li Îmraliyê têkoşînek îradî, nefsî, bîrdozî, felsefîk û siyasî meşand. Bi vî têkoşînê rûyê pergala kapîtalîst û hemû sazî dezgehên wî deşîfre kir. Hemû maskeyên ku dabûne ber rûyê xwe, yek bi yek anî xwarê û nîşanî hemû mirovan da. Ev têkoşîna bîrdozî û felsefîk li hemû parçeyên Kurdistanê hat meşandin. Ev têkoşîn ji mirovahiyê re bû hêviya azadû û wekheviyê.

Tevgera Azadiyê û gelê kurd jî li hember vî bêbextîya dewlet û desthilatdaran, têkoşînek mezin meşand. Fedekariyên mezin hat kirin û bedelên giran hat dayîn. Ev têkoşîn, hê jî ji rojên destpêka komployê ve, komlogeran şaş û faş kir. Wan poşman kir û hêviyên wan şikand. Li her çar parçeyên Kurdistanê raperîn û serhildanên mezin çêbûn. Gel her tim li derdora Îmraliyê bû xelekê ji berxwedanê. Tevgera Azadiyê jî parçe nebû û belav nebû. Biçûk nebû mezintir û xurtir bû. Li Rojhilata Navîn bû hêzeke sereke û hêvî afirandiye. Bû hêzek wiha ku êdî komloger jî vê yekê qebûl kirin.

Di 23 saliya komployê de li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdek giran û dijmirovî heye. Rêberê Gelê Kurd  li hember vê yekê di nav berxwedanek mezin û bêhempa de ye. Dîsa li ser derfet û destkeftiyên kurdan û demokrasîxwazan êrîşê mezin heye. Belkî ev êrîş ji aliyê netew dewleta tirk ve tê birêvebirin lê hemû hêzên komploger bi şeklekî cuda di nav vê êrîşê de ne. Netew dewlata tirk bi pergala cîhan ve girêdayî ye bê wan nikare van êrîşan bike. Eger komploger bixwazin di yek rojek de dikarin netew dewleta tirk bisekinînin lê ev yek ne li gor berjewendiyên wan e.

Li Îmraliyê ev 23 sal in berxwedan heye. Ev berxwedan dijminan, bêbextan, komplogeran matmayî dihêle. Hemû hesabên wan ê bê exlaqî, dijmirovî vala derdixe. Lê êdî dem dema azadiyê ye. Komplogeran lanetkirin û şîn girêdan têrê nake. Bi têkoşînek mezin û berfireh divê êdî azadî pêk were. Çawa ku 15’ê Sibatê rojek reş û şîn giredaniyê ye, roja azadiya Rêbertiyê jî dê bibe roja cejn, şahî û azadiyê. Parçeyek axa azad ji bo azadiyê ne bes e. Bi mirovên azad ancax azadî pêk were.

Nûçeyên Têkildar