Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Girtiya jin li nexweşxaneyê rastî taciza leşkerekî hat

Hevserokê ÎHD'a Mêrsînê Hakki Demîr anî ziman ku pêkanîna lêgerîna tazî ya li Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T'yê sîrayetî nexweşxaneyan jî kiriye. Demîr ragihand ku jineke girtî li odeya muayeneyê bi taciza eskerekî re rûbirû maye

Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T’yê piştî mirina girtiyê nexweş Îsa Gultekîn cardin bi pêkanînên xwe yên mafan bû rojev. Her diçe binpêkirinên mafan ên li vê girtîgehê zêde dibin. Li girtîgehê ji taciz, îşkence û astengkirina mafê tenduristiyê bigire gelek maf tên binpêkirin.

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê, herî kêm 5 girtiyên nexweş ên rewşa wan xedar di vê girtîgehê de hene. Hevserokê ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr, bang li rayedaran kir ku demildest binpêkirinên mafan bi dawî bibin.

Lêgerîna tazî

Demîr diyar kir ku girtî herî zêde ji ber ferzkirina lêgerîna tazî serî li komeleya wan didin û ragihand ku girtî tenê ne li girtîgehê, di dema sewqkirina nexweşxaneyan de jî ji hêla xebatkarên tenduristiyê ve bi heman pêkanînê re rû bi rû dimînin. Demîr da zanîn ku xebatkarên tenduristiyê bi awayekî bîrdozî nêzî girtiyan dibin û jineke girtî ya ji girtîgehê sewî Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê hat kirin, hatiye tacizkirin.

Li nexweşxaneyê taciz

Demîr tiştên li nexweşxaneyê qewimîn wiha ragihand: “Tê xwestin fîlmê sînga jina girtî bê girtin. Gava di dema girtina fîlm de, esker ji hundirê odeyê dernakeve. Nexweş dixwaze esker derkeve derve lê bijîşkê li wir dibêje ‘Qey tu qet li cem bijîşkekî mêr muayene nebûyî? Bila esker bimîne, ma çi dibe?’ Gava ev nîqaş wisa dewam dike, radibe nexweşê dibe cihekî din ên odeyê û fîlmê wê digire. Girtiya jin, gava xwe ji bo fîlm amade dike, esker jî di neynikê de lê mêze dike. Girtiya jin dixwaze zabitname bê amadekirin, lê peywirdarên li odeyê zabitnameyê nanivîsin û wê dişînin girtîgehê. Cardin nerihet dibe û vê carê wê sewqî beşa kardiyologê dikin. Vê carê bijîşk dixwaze wê bi awayekî kelemçekirî muayene bike. Lê ji ber ku girtiya jin li ber vê radibe, bijîşk jî wê muayene nake. Ji ber vê me serî li deverên têkildar da.”

Di dema sewqkirinê de tahde

Di axaftina xwe de Demîr diyar kir ku girtiyên ji Girtîgeha Kirikkaleyê sewqî Girtîgeha Tarsûs a Tîpa T’yê hatine kirin bi pêkanînine dijî mirovahiyê re rû bi rû mane, ji ber vê xizmê girtiyekî serî li komeleya wan daye û wiha domand: “Di dema sewqkirinê de eskeran li girtiyan xistiye. Bavê girtiyekî serî li me da û ev tişt ragihandin. Eskeran bi awayekî dijwar li girtiyan xistiye û yê ser wan,  gotiye ‘Bes e, ma hûn ê wan bikujin’ û li ber wan rabûye. Piştî vê dest bi heqaretan kirine.”

Şewitandina înfazê

Demîr anî ziman ku weşanên kurd, rojnameya Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgunê nagin girtiyan û pirsgirêkên di dema pandemiyê de rû dan hîn jî didomin û da zanîn ku ji bo hejmara girtiyên nexweş ên di girtîgehê de hîn bibin serî li rêveberiya girtîgehê dane lê belê rêveberiya tiştek ji wan re negotiye û wan jî li gor derfetê xwe ev yek tespît kirine.

Demîr got ku li gor tespîta wan di girtîgehê de 5 girtiyên nexweş ên rewşa wan xedar hene.

Her wiha Demîr bal kişand ser şewitandina înfaza girtiyan a ji aliyê Komîsyona Şopandinê ya Girtîgehê ve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Komîsyon biryarên subjektîf digire. Bi hincetên wekî negirtina avê, vekirina lembeyan înfazên girtiyan tên şewitandin. Bi vî awayî berdana bişertî ji holê radikin. Ev jî binpêkirineke mafan a giran e.”  MERSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar