Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Girtiyan bang kir: Divê çalakiyên li derve xurtir bibin

Girtiyê bi navê Mazlum Erdem ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 79 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbata xwe peyamek parve kir. Erdem diyar kir ku rewşa wî û hevalên wî gelek xerab bûye û hinek hevalên wî xwîn vedireşin. Erdem got ku çalakiyên ji derve tên kirin têra rakirina tecrîdê nakin û xwest ku çalakî bên xurttirkirin

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Li hêla din 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî di çalakiya rojiya mirinê de ne. Rojiya mirinê ya koma yekemîn kete roja 19’emîn û ya koma duyemîn ku di 10’ê gulanê de dest pê kir jî 9 roj li pey xwe hişt.

Yek ji girtiyên ku di greva birçîbûnê de jî Mazlum Erdem (24) e. Erdem li Girtîgeha Tîpa M ya Ceyhanê tê girtin û 79 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Erdem di sala 2016’an de hate girtin û dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî. Dayika Erdem, Nafiye Erdem di 16’ê gulanê de bi kurê xwe re hevdîtin kir û Erdem bi rêya dayika xwe bi raya giştî re peyam parve kir.

Peyama Erdem

Mazlum Erdem di peyama xwe de wiha dibêje: “Rewşa me ya tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe. Rewşa hevalê me Mehmet Emîn Ador, Bûrhan Çelîk û Şahîn Tan pir xirab e. Ji devê hevalê me Ador xwîn tê. Hemşîre her roj kîlo, tansiyon û şekirê me kontrol dikin. Em pir zeîf bûne. Nikarin rakevin. Masûlkeyên me dihelin. Her ku diçe em bêhtir dihelin. Çalakiyên ku li derve tên kirin, têrê nakin. Li derve têkoşînek heye. Lê belê ji bo şikandina tecrîdê têrê nake. Divê deng hîn xurtir derkeve. Dengê me bêhtir ragihînin. Em ji dengê we hêz digirin. Bedêl çi dibe bila bibe heta tecrîd neyê şikandin dê çalakiya me bidome. Teqez em ê bi ser bikevin. Her ku hûn dengê xwe bilind bikin em ê bi ser bikevin.”

Dayika Nafiye Erdem jî got ku rewşa girtiyan di asteke pir krîtîk de ye û wiha bang kir: “Divê pêşî li mirinan bê girtin. Ev jî bi qebûlkirina daxwazên girtiyan pêkan e. Bila tecrîd bi dawî bibe û girtî bijîn. Em naxwazin tu dayik biêş in. Êdî bes e.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar