Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Girtiyan bang li TTB’ê kirin

Girtiyên Girtîgeha Boluyê ragihandin girtî Nurullah Semo 2 sal in bi tena serê xwe di qawîşekî de tê ragirtin û bi gelek binpêkirina mafan re hevrû maye û li dijî helwesta bijîşk û muayenekirina kelemçekirî bang li TTB’ê kirin

Hat ragihandin li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê li dijî girtiyên siyasî binpêkirina mafan pêk tê. Girtiyan bi nameya ji girtîgehê şandin qewimandinên li girtîgehê vegotin. Girtiyan da zanîn ku girtî Nurullah Semo 2 sal in bi tena serê xwe li qawişekê tê ragirtin û Semo di her jimartina serê sibê de bi heqaret û gefan re rû bi rû dimîne. Girtiyan got ku tevî hemû hewldanên wan jî Semo nadin odeya wan û hevalên wan girtî bi awayek sîstematîk bi îşkenceyê re hevrû dimînin û metirsiyên ewlehiyê hene.

Bang li TTB’ê kirin

Girtiyan diyar kir ku bijîşk li gorî dozên girtî tên darizandin muameleyê nîşan didin û muayenekirina kelemçekirî tê ferzkirin û ev rewş li dijî rêgeziya pîşeya hekîmiyê ye. Girtiyan bang li Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) kirin û wiha gotin: “Dema daxwaza derketina me ya revîrê çêdibe me dernaxin. Heta mehek derbas dibe şûn ve derdixin. Li hember daxwazên lezgîn ker, kor û lal dimînin. Em bang li TTB’ê dikin; bijîşkên endamên saziya wan in û sonda Hîpokrat xwendine li gorî dosyeyên me yên darizandinê bila bi çavek kîn û nefretê nenêrin. Bijîşkên vê sondê xwarine, bi kîndarî li me dinêrin û destên me yên kelemçekirî venakin divê wîjdan û ehlaqê xwe hinek bidarizînin. Cudakirina navbera însanên nexweş ne ehlaqî ye. Em bi bawerin wê TTB’ê guh bide vê banga me û li ser vê rewşê bisekine.”

Silava Xudê jî pir dibînin

Girtiyan da zanîn ku nameyên wan bi awayek sîstematîk tên windakirin û gardiyan koliyên malbatê girtiyan ji wan re dişînin jî ji hev belav dikin. Girtiyan anî ziman ku hemû mafên wan ên bingehîn û civakî yên mîna axaftina telefonê, hevdîtin û gelek tiştên din tên desteserkirin û nahêlin girtî rehet bimînin. Girtiyan got ku rayedar li girtîgehê hewldanên provokatîf pêk tînin û ew bi êrîşan re hevrû dimînin û di sedsala 21’emîn de silava Xwedê jî pir dibînin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar