PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Girtiyan dest pê kir dora derve ye

Girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyan di roja 16’an de bi koma 3’yemîn berdewam dike. Heta niha gelek caran girtiyên siyasî ji bo daxwazên azadiya mafan li zindanê çalakiyên girseyî li dar xistine. Kengî çalakiyên zindanê û derve bûne yek hikûmet û dewletê gavavêtiye û pêvajoyek nû daye destpêkirin. Niha jî ji ber tecrîda li Îmraliyê giran dibe û zextên li ser azadiya civakê zêde dibin girtiyên siyasî dîsa dest bi berxwedanê kirine.

Girtiyên siyasî di aliyê çalakiyên greva birçîbûnê de xwedî biryar, bawerî û bi tecrûbe ne. Heta niha gelek caran girtiyên siyasî bi armanca mafê xwe bi dest bixin ketine greva birçîbûnê. Girtiyan heta encam bi dest xistine berxwedana xwe berdewam kirine. Berê jî girtiyên PKK û PAJK’ê di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li dijî îşkenceya giran û şikandina rûmetê ketibûn rojiya mirinê. Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabûn. Wê demê girtî di şertê rewşa awarte de ketibûn grevê. Zilm û zextên cuntaya eskerî li ser gel pir zêde bû. Ji ber vê yekê jî tenê berxwedan bi zindana Amedê bi sînor mabû. Lê li gel hemû zext û tundiyê jî dîsa çalakiya girtiyên PKK û PAJK’ê bi ser ketibû û encam girtibû.

Di 12’yê Îlona 2012’yan de vê varê girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û mafê perwerdehî û parastina zimanê kurdî bê qebûlkirin dest bi çalakiya grevê kiribûn. Di vê çalakiyê de jî heta mehekê berxwedan tenê li zindanan bi sînor mabû. Piştî mehekê û şûnde çalakî hem li hemû zindanan belav bû, hem jî malbatên girtiyan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka demokratîk li kolan û qadan piştgirî dan girtiyan û ketin nava piştevaniyek mezin. Piştî çalakiyên li zindanan û kolanan gihiştin hev û dengê wan bû yek, di roja 68’an de hikûmetê ji neçarî gav avêt û bi Ocalan re hevdîtin kirin.  Pêvajoyek nû ya çareserî û demokrasiyê dest pê kir. Lê piştî demekê ji ber rêxistinên civakî xwe sist kirin û dewletê polîtîkayên berê berdewam kir, dîsa tecrîda li Îmraliyê berdewam kir. Piştî serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan pêvajoya çareseriyê nas nekir û pêvajo xera kir, di 2015’an de tecrîd dîsa giran bû. Bi temamî têkiliya bi Ocalan re qut bû. Ji ber ku dîsa tecrîda li Îmraliyê giran kirin û operasyonên li dijî siyasetmedaran zêde bû vê carê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li Zindana Amedê bi armanca tecrîd bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî Guven çalakî hem li zindanan û hem jî li derve û çar aliyê cîhanê belav bû. Li zindanan hemû girtiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. Li derve jî malbatên girtiyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk li Amed, Stenbol, Ewropa, Hewler, Silêmanî û gelek welatên din dest bi greva birçîbûnê kirin. Her hefte û roj derbas bûn pêlê çalakiyê belav bûn û deng li hemû cîhanê belav bû. Ji ber vê yekê di roja 200’emîn a çalakiyê de hikûmet û dewletê ji neçarî deriyê Îmraliyê vekir û parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Di vê çalakiyê de jî girtiyên siyasî Zulkuf, Ayten, Zehra, Medya, Mahsûn, Sîraç, Yonca, Ûgûr, Umît û Îrfan bi biryar û baweriyek metin tev li çalakiyê bûn û xwe ji bo azadiya Ocalan feda kirin.

Niha dîsa hem hevserok û parlamenterên berê yên girtî di çalakiya greva birçîbûnê de, hem jî girtiyê PKK’ê û PAJK’ê. Girtiyan 15 rojên çalakiyê li pey xwe hişt. Lê heta niha di aliyê civak, rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî de zêde piştgiriyek xurt tune ye. Çiqas rêxistinên demokratîk û civakî û malbatên girtiyan zû destê xwe bidin hev û li kolanan dengê xwe bilind bikin wê hikûmet û dewlet jî ewqas zû gavên çareseriyê biavêje. Ji ber ku tecrûbe û çavdêriyên çalakiyên borî jî nîşan dide ku heta deng ji kolanan neyê û çalakî li hemû girtîgehan belav nebe zû bi zû gavan navêje. Niha em di hefteya mafên mirovan de ne. Herî zêde mafên mirovan li Îmraliyê û girtîgehên din tê binpêkirin. Hemû parazvanên mafên mirovan û kesên demokrat û aştiyê dixwazin, ji bo aramî û aştiya gelên Tirkiyeyê divê zû bi zu destên xwe bidin hev û zextan li hikûmet û wezaretan bikin ku deriyê Îmraliyê bê vekirin û pêvajoyek nû bê destpêkirin. Dem dema têkoşîna hevpar a gelan e. Dem dema dengê hevpar ê li kolan û qadan e.

Nûçeyên Têkildar