Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Girtiyan di qawişekê de kom dikin’

Hevserokê HDP’ê yê Xelîliye ya Rihayê yê berê Halît Yildiztekîn, ku tevî nexweşiya xwe li Girtîgehayê girtî ye, diyar kir ku girtiyan di bin navê tedbîrê de li qawîşekê kom dikin. Girtî Serhat Bulut jî diyar kir ku li djî şewbê tu tedbîr nayên girtin.

Li girtîgehan mafê girtiyan nayê parastin û girtiyên nexweş serbest nayên berdan. Dîsa zext û tundiya li ser girtiyan roj bi roj zêdetir dibe. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê bi rêya malbatan diyar kirin ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û li dijî şewba vîrûsaı corona (Covit-19) tu tedbîr nayên girtin. Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Xelîliye ya Rihayê yê berê Halît Yildiztekîn ê 62 salî tevî nexweşiya xwe li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 girtî ye, bi rêya malbata xwe agahî dan. Halîl Yildiztekîn di 12’ê Kanûna 2016’an de li gel 284 kesan hat girtin. Yildiztekîn nêzî 4 salin girtî ye û 62 salî ye. Yildiztekîn bi hinceta endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye der barhê wî de doz hat vekirin û li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat darizandin. Dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 11 sal û 7 meh ceza lê birîn. Yildiztekîn ku beriya bê girtin nexweşê diyabetê bû, piştî hat girtin, nexweşiyên tansiyona bilind û prostat jî pêre çêbû.

‘Heyeta ku bavê min girt ew bixwe ji fetoyê hatin girtin’

Halîl Yildiztekîn roja pêncşemê (23 Nîsan) bi keça xwe Jiyan Yildiztekin re bi telefonê axivî û der barê rewşa xwe de agahî dan. Jiyan Yildiztekîn, diyar kir ku bavê wê 28 rojan di bin çavan de ma û piştre hat girtin û wiha got: “Bavê min 28 rojan li salona sporê rastî îşkenceya giran hat. Dadgehek taybet û heyetek taybet ava kirin û ji aliyê heyeta taybet ve hat girtin.  Heyeta ku bavê min darizandin û şandin girtin, ji doza FETO hatin darizandin û hatin girtin. Bavê min li dijî hiqûqê hat binçavkirin û darizandin. Li diji hiqûqê hat girtin.

‘Girtiyan di qawîşekî de kom dikin’

Jiyan Yildiztekîn, anî ziman ku bavê wê diyar kiriye ku di bin navê tedbîrê de hemû girtiyan di qawîşekê de kom dikin û wiha got: “Ji ber girtiyan di yek qawîşê de kom dikin rîska nexweşiyê zêdetir dibe. Fikara girtiyan zêdetir dibe. Her şev germa laşê wan dipîvin û xwarinê li dervê derî didin wan. Lê ev pirsgirêkê çareser nake. Ji bo em nekefin nava tirs û fikaran gelek tiştan ji mere nabêjin.

‘Polîtîkayên taybet dixin meriyetê’ 

Jiyan Yildiztekîn, destnîşan kir ku li aliyeki bang li gel dikin ku ji malên xwe dernekevin û girîngiyê bidin paqijiyê, lê ve yekê ji bo girtiyan nakin. Divê di vê pêvajoyê de girtî bên berdan. Dikarin wan berdin û heta nexweşî derbas bibe hehsa malê bidin wan. Ji ber hem girtî ne û hem jî şewb belav dibe fikarên me jî zêde dibin. Eger hemûyan di qawîşekê de kom dikin rîska  ku şewb belav bibe zêdetir e. Li ser me polîtîkayek taybet dimeşînin.”

Melek berê anjiyo bû

Yildiztekin, diyar kir ku bi rêya parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) gelek caran serî li Wezareta Dadê dan û xwestin girtiyên nexweş û astengdar serbest bên berdan û wiha bi dawî kir: “Tevî hemû daxwaz û serlêdanên me bavê min nehat berdan. ”

Girtî Serhat Bulut ê li heman girtîgehê dimîne jî bi rêya malbatê agahî dan û iyar kir ku li girtîgehê tedbîr nayên girtin: Bulut wiha got: “Hevalê me Mahmut Kaya û 5 hevalên ne yên din birin nexweşxaneyê. Piştre çi li rewşa wan hat em zinanin. Li vir nexweşê pençeşêrê, kezeb, dil û gelek nexweşên din hene. Dermanên girtiyên nexweş nadin wan. Heta niha li dijî şewbê tu detbîr nehatine girtin. Rûpoş û lepik jî nedane wan.”

Rayedarên girtîgehe jî anîn ziman ku erka wan a agahiyê bitin tune û rayedar ne amade ne. STENBOL 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar