Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Girtiyan îşkence û pêkanînên kêfî vegotin

Li girtîgehên bajarên herêmê û Tirkiyeyê binpêkirina mafan a li dijî girtiyan her ku diçe zêde dibin. Girtî Şehdavut Başkan 57 roj in li dijî netedawîkirina xwe di greva birçîbûnê de ye. Girtiyên li Girtîgeha Hîlwanê ragihandin ku ji ber qûtkirina avê pirsgirêka paqijiyê bi xwe re aniye

Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyê bi navê Şehdavut Başkan ji Girtîgeha Jimara 2 ya Bunyana Kayseriyê bi hênceta dê tedawiya bê kirin sewqî Girtîgeha Jimara 1’an a Bunyana Kayseriyê kirin. Girtî Başkan bi rêya malbata xwe binpêkirina mafan a pê rê rû bi rû maye bi ajansa MA’yê re parve kir. Başkan da zanîn ku li vê nexweşxaneyê qet wî derman nekirin û li dijî vê yekê di 9’ê tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kiriye. Başkan got ku heke daxwaza wî neyê cih dê dest bi rojiya mirinê bike.

Bavê Başkan, Şêyhmus Başkan da zanîn ku herî dawî ew di 2’ê îlonê de bi telefonê bi kurê xwe re hevdîtin pêk aniye û wiha got: “Kurê min ji sedî 44 astengdarê zihnî ye. Bi hênceta dê wî derman bikin şandin girtîgeha din. Lê tedawî nakin. Pêwîste kurê min were dermankirin. Kê çi sûc kiribe jî divê bê dermankirin. Di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de mafên girtiyan hene. Mirovatiyek wiha nabe. Ne rojname ne jî pirtûk didin girtiyan. Ne jî kontrola tenduristiyê tê kirin.”

Başkan diyar kir ku ew têkildarî rewşa kurê xwe bi rêveberên ÎHD’a Amedê re û bi parlamenterên HDP’ê re hevdîtin pêk aniye û tevî hemû hewldanên wan jî bi kurê wî re hevdîtin nehatiye kirin. Başkan da zanîn ku heke tiştek bi kurê wî bibe dê berpirsiyariyê vê yekê dewlet û Wezareta Dadê be.

Li Girtîgeha Hîlwanê nebûna avê nepaqijiyê bi xwe re anî

Li aliyê din jî Hevserokê Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) a Êlihê Şukru Tapkan ku ku niha gitî ye qala binpêkirina mafên girtiyan ên li girtîgehê kir. Kapkan di 20’ê gulanê de bi angaşta“endamê rêxistinê ye” hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Piştî mehekê Tapkan sewqî Girtîgeha Jimara 2 ya Hîlwana Rihayê kirin. Tapkan binpêkirina mafan a li girtîgehê bi rêya Abdurrezak Katmaz ê diçe hevdîtina wî ji raya giştî re ragihand.

Katmaz ku jî MA’yê re axivî diyar kir ku hevdîtinên girtî û vekirî yên girtiyan bi awayek kêfî hatiye guhertin û ji ber vê yekê jî malbatên girtiyan ên li bajarên mîna Wan û Colemêrgê tengezariya dijîn. Katmaz anî ziman ku mafê girtiyan ê ragihandinê bisînor kirine û bi taybetî mafê wan ên agahî bidestxisinê hatiye astengkirin û wiha got: “Li qawîşan lêgerîn tê kirin. Gardiyan û leşker dest datînin ser radyoyên girtiyan. Rojnameya Yenî Yaşamê û hin rojnameyên muxalîf jî bi awayek kêfî nadin girtiyan.”

Katmaz da zanîn ku ji ber qûtkirina avê li girtîgehê pirsgirêkên paqijiyê jî derketine holê û girtiyan dereng derdixînin revîrê. Katmaz anî ziman ku berber berê ji mehê carek diçû qawîşan lê niha kirine ji du mehan carek û rêveberiya dayîna pirtûkan jî bi sînor kiriye.

Serî li ÎHD’ê da

Tapkan ji Katmaz xwest têkildarî binpêkirina mafan ji midurê girtîgehê re hevdîtin bê kirin û bê parvekirin. Rêveberiya girtîgehê bi hênceta gelek kar heye daxwaza Katmaz red kir. Katmaz destnîşan kir ku pêkanînê niha di dewrê de ne bi awayek kêfî û bêhiqûqî tên kirin û li ser navê Tapkan serî li ÎHD’ê da û xwest tişta pêwîst bê kirin. Katmaz ji bo pirsgirêkên girtiyan bên çareserkirin rayedaran vexwend wezîfeyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar