Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Girtiyan qala êşkenceyên li girtîgeha Eregliyê kirin

Zext û zordariya li ser girtiyan her ku diçe dijwartir dibe. 8 girtiyên ku di bin şert û mercên giran de li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Eregliyê tên ragirtin, qala êşkenceyên li girtîgehê kirin.

Faşîzma AKP-MHP’ê girtîgeh kirina cihê êşkencexaneyê. Girtiyên bi navê Enver Ahmet, Teymur Enes, Muhammed Bru, Murat Avci, Îlyas Acar, Mehmet Can, Ferhat Kaya û Faruk Can ku li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê dimînin, ji ber zext û tundiya li ser wan zêde bûne name ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê re şandin. 8 girtiyan bi rêya nameyan bal kişandin ser binpêkirina mafan û xal bi xal tundiya li dijî xwe rêz kirin. Girtiyan li ser navê Ahmet Enver name ji ÎHD’ê re şandin û destnîşan kirin ku di bin tecrîdek giran de tên ragirtin.

Enver, di nameyê de anî ziman ku 26 sal in girtî ye û wiha got: “26 sal in ez girtî me. Lê yekem car ez li zex û tundiyek wisa giran rast têm. Yekem car ez di şertê tecrîdek wisa giran de dimînim. Girtîgeh nû ava kirine. Girtî di menzelên yekkes û sêkesande tên ragirtin. Li menzelan hewşa ji bo mirov hewa bistîne tune ye. Şibake jî bi têlan hatine girtin. Li gel min gelek hevalên din cezayê wan kêmî 1 sal û 6 heyvan mane. Gelek hevalên me yên divê bên berdan hene. Lê ji ber hincetên “keyfî” wan bernadin.

Enver di nameyê de binpêkirin wiha rêz kir:

“*Cezayê me hemûyan bi sînor e. Lê wekî me cezayê giran ê bêsînor girtibe nêzî me dibin. Em rastî pêkanîn û cezayên keyfî tên.

* Em di tecrîda giran de tên girtin.

* Hewşa me ya em lê hewayê bistînin tune ye. Ji ber vê yekê em rojê 22 saet û nîvan di hundirê menzelê de bê hewa dimînin.

* Şertên ku em têde dijîn bandora neyînî li ser tenduristiya me dike. Em nikarin hewa haqij bistînin. Menzelên me ruyê rojê nabînin û nedawiya hundir (avî) pir zêde ye. Ev jî tenduristiya me neyînî bandor dike.

* Ji ber hewş tune, em cilên xwe dişon, cilên me zuha nabin. Şertên em cilên xwe bişon tune ye.

* Zorê li me dikin ku em û girtiyên edlî di heman korîdorê de bimînin. Ev rê li pêşiya pirsgirêkan vedike.

* Girtiyên nexweş an nayên dermankirin. An jî dereng derman dikin. Ev jî dibe sedem ku nexweşiyên wan giran bibe.

* Tevî ku şert û merc guncav in jî em nikarin ji mafên xwe yên sporê û çandê sûdê bigirin. Îdareya girtîgehê ji ber ku xwe li gorî tecrîd û îzolasyonê amade kiriyê, van mafên me yên rewa ji bo me zêde dibînin.

* Li gel ku li gorî rêziknameyê mafê hevdîtinê di navbera saetek û saetek û nîvan de hatiye diyarkirin jî îdareya girtîgehê li gorî xwe înîsiyatifê bikar tîne û hevdîtina malbatan bi 45 deqîqeyan bi sînor kiriye. Ev pir kêm e. Ji ber vê yekê malbatên me yên ku ji bajarên dûr tên mexdûr dibin.

*Menzelên ku em lê tên girtin, şev û roj kamera me temaşe dike. Kamera serşok, tuwalet û cihê razanê dibîne û em li her derê şev û roj tên şopandin.

* Menzelên ku pirsgirêkên wan ên tenduristî û paqijiyê hene, tora têlê li şibakeyan xistine û bi temamî rê li pêş hewayê girtine.

* Hevalên me yên ku cezayên wan qediya ne, cezayan li wan dibirin û berdana wan taloq dikin. Tu aliyên van kiryaran ên mirovî û zagonî tune ye. Em dixwazin hemû kiryar bi dawî bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar