Mîna her carê dîsa girtiyên azadiyê pêşengî da ser milê xwe. Di vê pêvajoya xedar a hewldanên şerê kurd bi kurdan li aliyekî, tecrîd û êrîşên dagirkeriyê li aliyekî dîlên azadiyê mîna her carê dîsa bi erka xwe ya dîrokî rabûn û pêşengî ji çalakiyên ‘Dem Dema Azadiyê ye’ re dikin.
Dîlên azadiyê yên di nav her cure şert û mercên xedar de, tevî ewqas binpêkirin û îşkenceya tê kirin jî, rêya têkoşînê ya bigihêje serketinê nîşanî me da. Bi çalakiya grevên birçîbûnê yên bêdem û bidorveger yek ji gavên xurtkirina çalakiyên ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ hê zêdetir bê xurtkirin 27’ê Mijdarê roja Vejîna Gelê Kurd da destpêkirin.
Dema em li hilbijartina vê rojê û terza çalakiyê dinêrin, em dibînin ku careke din rastiya têkoşînê û dîroka ji nû ve xuliqandina kurdan di nav her şert û mercê de be, ne bi têkoşîneke xurt be wê nikaribe encam bê girtin. Ji damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bigire heta şoreşa çekdarî û gihiştina roja îro, têkoşîn di dem û cihên herî asê û mercên giran de pêk hatine.
Aliyekî din jî ne tenê girtîgeh bi navê din îşkencexane ku cihê herî zêde dewlet û rejîm weke qada kontrolê pênase dikin, serîrakirina şoreşgeran hê zêdetir bi wate ye. Jixwe çanda Tevgera Azadiya Kurdî girtîgeh bûye navendekê ya têkoşîn û berxwedanê ye. Em vê yekê ji têkoşîna pêşengên PKK’ê Mazlûm Dogan, pêşengên Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê dîsa çalakiya Çaran û bi sedan çalakî û berxwedêrên din ku bûne sembola têkoşînê dizanin.
Em dibînin ku her demê girtî bi erka xwe rabûne û berê çalakiyan dane guhertin û gihandine serketinê. Çalakiya sala borî ya rojiya mirinê ya bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin û belavî Kurdistan, Tirkiye û cîhanê bû, her çendî berdêlên giranbuha jî hatin dayîn lê encam girt û hevdîtin piştî sala 2011’an û vir ve cara yekê pêk hat.
Niha jî di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ girtî dîsa bi rola xwe rabûn. Tevî şertên giran ên îşkence û jiyînê jî rêbazên çalakiyên li girtîgehan sînordar in. Heta nîne lê girtiyên azadiyê bi şêwaz û taktîkên mîna qirkirina dirûşman, li dijî binpêkirina helwestên redîkal ên neçûna dadgehan û dîsa yek ji çalakiyên herî bibandor û kêrhatî çalakiyên grevên birçîbûnê ne. Ji derveyî vê girtî nikarin bi çalakiyên cuda dengê xwe derbixin. Tevî vê jî ev rêbaza sînordar heta dawî pir baş û bi serketî digihînin encamê.
Ji bo wê ye divê em dengê girtiyan bibihîzin û tenê bar li ser milê wan nehêlin. Derfet û qada çalakiyên me berfirehtir in; derfet û şêwazên çalakiyên me jî divê xurtir bin. Em wisa nekin ku barê girantir bikeve ser milê girtiyan û çalakî bigihêje asteke metirsîdar. Ji bo vê di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê jin û ciwan bi çalakiyên afirîner ku bikaribe pêşengî ji pêngavê re bê kirin û bi awayekî hevpar bi girtiyan re çalakî bên xurtirkirin.
Eger em bikaribin çalakiyên xwe li derve xurt bikin, em ê bikaribin barê girtiyan siviktir bikin û wisa nebe ku girtî çalakiyên xwe bigihînin asteke din. Ji bo vê ye ku divê bi rêxistinkirî çalakî li her qadê li her cihê kurd, kurdistanî, hêzên sosyalîst-demokrat û enternasyonalîst lê ne bê xurtkirin û domandin. Dema ev bi ahengekê bê kirin, wê dengê girtiyan jî baştir bê bihîstin û wê encamên çalakiyê jî zêdetir bên dîtin û daxwazên wan jî zûtir pêk bên. Ji bo wê niha hewcedarî bi xurtkirina çalakiyê heye û bi dîlên azadiyê re xurtkirina çalakiyên cihêreng e.