Ramazan Tûran ê 70 salî li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind di hucreya yek kesî de dihat ragirtin, jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Tûran krîza dil deras kiriye.
Hat diyarkirin ku Turan beriya niha bi 20 rojan bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn û pişt re hatiye girtin.
Îdareya girtîgehê li malbata Turan geriya û ji wan re ragihand ku Turan jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Turan ji bo otopsiye rakirin Saziya Tiba Edlî ya Wanê. WAN