Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Girtiyê 78 roj in di grevê de ne: Teqez em ê bi ser bikevin

Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklar, girtiyên 78 roj in di greva birçîbûnê de ne, bi rêya malbatên xwe name şandin û gotin ku dê berxwedana wan teqez bi ser bikevin

Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklar a navçeya Bûca ya Îzmîrê, girtiyên bi navê Samî Ozturk, Erdal Polat û Abdullah Oral ên ji 26’ê Kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene, bi rêya malbatên xwe name şandin û diyar kirin ku dê berxwedana wan bi serkeftinê bi encam bibe.

Girtiyan dan zanîn ku bi pêşengtiya Leyla Guven carek din berxwedana dîrokî tê nivîsandin û wiha gotin: “Jina kurd a bihêz Leyla Guven, tiştên ku divê werin girtin, hemû gotin e. Tişta dikeve ser milê me jî, peywira xwe ya dîrokî pêk anîne. Divê em deynê xwe yê li hemberî nirxên xwe bidin. Ev berxwedana me ya di pêşengtiya jinan de pêş ketiye, teqez dê ser bikeve. Bi pêşengtiya jin û ciwanan roja roja serhildanê ye. Roja roja bi ruhê Mehmet Tûnç û Sêvê Demîran Newroz bûyîn e. Roja roja rêheval Zîlan ku got ‘Xwezî ji canê min zêdetir tiştekê min hebûya ku min di oxira Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bidabû’ ye. Xwedî li Rêbertiyê derketin, deynê rûmetê ye. Silav ji rêhevalên me yên Newroza 2019’an, bi helandina bedenên xwe vediguherînin Newroza azadiyê.”

‘Vîtamînan nadin girtiyên di grevê de ne’

Vasfî Ozer ê di 4’ê adarê de, çû hevdîtina kurê xwe Savaş Ozer, diyar kir ku kurê wî derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn de agahî dan. Ozer da zanîn ku kurê wî jê re gotiye, hevalên wan Samî Ozturk, Erdal Polat û Abdullah Oral ev 78 roj in di greva birçîbûnê de ne û wiha axivî: “Kurê min li van girtiyên di grevên birçîbûnê de ne mêze dike. Di dema hevdîtinê kurê min ev agahî ji min re vegotin; Hevalê em Samî Ozturk gurçika wî ya çepê bi pirsgirêk û nikare ji ber bimeşe. Vîtamînin B1 û karbonatê nadin girtiyan. Rojnameyan bi hincetên cuda nadin me. Bi hinceta girtiyan dirûşme berz kirin, cezayê hucreyê li hemû girtiyan birîn. Em bang li raya giştî dikin ku bi hestiyar tevbigerin. Di serî de Wezareta Dadê, dê hemû sazî û dezgehên berpirsiyar gav biavêjin.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar