Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Girtiyê di greva birçîbûnê de zextên li girtîgehan vegot

Girtiyê siyasî Abdullah Oral, ev 93 roj in li Girtîgeha Kiriklar a Hejmar 1’emîn a Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê ji malbatê re zextên rêveberiya girtîgehê vegot

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li çar hêlên cîhanê û li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger didomin.

Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger 103 roj li pey xwe hiştin, bi hezaran girtiyên siyasî ji 1’ê Adarê ve ye di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Rewşa girtiyan ku bi şertên dijî mirovî dijîn, her ku diçe girantir dibe, ji bo ku greva birçîbûnê were şikandin zextên giran li wan têne kirin. Li gel vê jî girtî bi telefonê dema ku bi malbata xwe re diaxivin diyar dikin ku moral û motîvasyona wan baş e.

Yek ji van girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdula Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêderveger de ye Abdullah Oral e. Oral ji 1999’an ve girtî ye û ji Qoserê ya Mêrdînê ye. Oral ku cezayê heta hetayê lê hatî birîn, li Girtîgeha Kiriklarê ya Hejmar 1’emîn a Izmîrê tê girtin. Oralê ku ev 93 roj in di greva birçîbûnê de ye dema ku bi malbata xwe re bi telefonê axivî, diyar kir ku ew li ser çalakiya xwe biryardar in û bi moralekî geş wê berdewam bikin.

Li gorî agahiyên ku malbatê dane Oral gotiye rewşa wan a tendiristiyê tê şopandin, rêveberiya girtîgehê dema ku bi wan re diaxive zextê li ser wan dike da ku grevê biqedînin. Oral diyar kir hevalekî wan gurçika wî nema dişixule, dê serê xwe li ber zextan netewînin û heta dawiyê li ser çalakiya xwe bin. Oral diyar kir ew hay jê hene ku berxwedana wan bandor li milyonan kes kiriye û wiha domand: ”Di şexsê heval Leyla Guven, Nasir, Îmam, Dîlek, Yusuf û Fadîle de, daxwaza me ya şikandina tecrîdê gihaşte bi milyonan kes. Em bawer dikin ku gelê me li ser vê mijarê tişta ku ji dest tê texsîr nake. Qet gumana me  ji vê nabin.”

Kurdistan heye û em ê azad bikin!

Oral di berdewama axaftina xwe de wiha dibêje: ”Heta ku em bigihijin armanca xwe em ê ji vê rêyê neyên xwarê. Divê gelê Amedê jî li Leyla Guven xwedî derkeve. Em hemû bi hev re divê bersivê bidin dîktatorê ku dibêje, ”Kurdistan tune”.  Em jî dibêjin, ”Tecrîd heye û em ê wê bişkînin. Faşîzm heye em ê wê hilweşînin, Kurdistan heye em ê we azad bikin”. Binerin ji Rojava mizgîniya xêrê tê. Em serkeftinê ji Pêngava Bagera Cizîrê ya HSD’ê re dixawzin. Em serkeftina wan a li Baxozê slav dikin. Ev serkeftin di şexsê HSD’ê de li Rêber Apo û li gelê me pîroz be.”

Zextên rêveberiya girtîgehê

Oral polîtîkayên rêveberiya girtîgehê vegot û ev agahî da: ”Ji roja ku me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye, dest li ser televizyon û radyoyên me danîn. Weşanên çapameniya azad nadin me. Dixwazin têkiliya me û gel ji hev qut bikin. Her wiha cezayên hicreyê didin, nahêlin ku em bi telefonê bi malbatê re biaxivin û malbatê bibînin. Lê em bi giyanê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin. Em gelê xwe û Tevgera xwe dişopînin. Bi giyanê Apogerî em we hemûyan slav dikin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar