Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Girtiyê di grevê de: Rewşa me giran e

Girtiyê bi nave Ahmet Surme li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê 114 roj in tevî 5 hevalên xwe di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Surme da zanîn ku rewşa wan a tenduristiyê gelek xerab bûye. Surme diyar kir ku dê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û bang li raya giştî kir ku xwedî li çalakiya wan derkevin

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Guven 162 roj li pey xwe hişt. Di heman demê de li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Rewşa gelek girtiyan jî di astekî krîtîk de ye.

Li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê jî bi heman boneyê 6 girtî 114 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Yek ji van girtiyan jî Ahmet Surme ye. Surme têkildarî çalakiyê bi rêya malbata xwe peyamek bi raya giştî re parve kir.

Rewşa tenduristiyê vegot

Di peyama xwe de Surme da zanîn ku dema dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir 66 kîlo bû lê niha daketiye 54 kîloyan. Surme diyar kir ku rojane pirsgirêkên wan ên tenduristiyê jî girantir dibin û wiha domand: “Dilê me dixele, kramp dikeve mîdeyê me, serê me pir diêşe û sergêjî bi me re çêdibe. Dema em derdikevin ber roniyê, rûdinin û radibin çavên me tarî dibin. Bêhna me teng dibe û ev rewş carna ji nişkan ve û carna jî li ser hev bi me re rû dide. Beriya niha me li ode û baxçeyî volta diavêt. Lê niha dema em radibin ser xwe, em tavilê diwestin. Her ku diçe rewşa tenduristiya me giran dibe. Ji bo ku em zindî bimînin, em hewl didin pir kêm bimeşin.”

‘Divê her kes bibe dengê berxwedanê’

Surme daxuyand ku li gel van pirsgirêkan jî, ew bi biryarin ku dê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di wê baweriyê de ne ku dê bi vê vîna xwe bigihijin serkeftinê. Kî dibe bila bibe, divê xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkeve û bibe dengê vê berxwedanê.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar