Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Girtiyê di rojiya mirinê de: Êdî gotin qediyaye

 Ahmet Anigi yek ji girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dest bi rojiya mirinê kiriye. Anigi bi rêya malbata xwe da zanîn ku wan ji ber ku gav nehatine avêtin, dest bi rojiya mirinê kiriye û êdî gotin qediyaye. Bavê Anigi jî di salên 90’î de li dijî zilm û zordariyê ketibû greva birçîbûnê. Bav Anigi got ew bi çalakiya zarokê xwe serbilind e û banga daketina qadan li gel kir

Di 30’ê nîsanê de 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rengê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger guherandin û dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Yek ji van girtiyan jî Ahmet Anigi ye. Anigi di 1’ê adarê de li girtîgeha Wanê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.

Ahmet Anigi di sala 1996’an de li Agiriyê ji dayik bû û di 19 saliya xwe de hate girtin. Anigi ku malbata wî navê Sîpan lê kiribû ji ber ku dewleta tirk navê wî qebûl nekir, di nasnameya fermî de weke Ahmet hate nivîsandin. Li Anigi 28 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Anigi dema ku dest bi greva birçîbûnê kir 74 kîlo bû lê niha daketiye 63 kîloyan. Anigi li pişta wêneyê ku ji bavê xwe re şandî de wiha nivîsandiye: “Ev têkoşîn xwedî ruhekî wisa mezin e ku ji bavan derbasî zarokan dibe.” Têkildarî mijarê malbata Anigi ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Ayşe Surme re axivî.

Bav Anigi jî ketibû greva birçîbûnê

Bav Adem Anigi anî ziman ku ew ji çapemeniyê hîn bûn ku kurê wî ketiye rojiya mirinê û wiha domand: “Ez bi kurê xwe serbilind im. Ez di sala 1993’yan de hatim girtin û salek û 3 mehan di girtîgeha Erziromê de mam. Ez û girtiyên din li dijî zext û zordariyan ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya me 25 rojan dom kir. Sal derbas bûne lê zext û zorî hîn weke xwe ne. Me zilm qebûl nekir. Niha jî zarokên me qebûl nakin. Divê em kesên di greva birçîbûnê de fêm bikin. Em dizanin daxwaza wan daxwazeke mafdar e. Em hêzê ji têkoşîna wan digirin.”

Daketina qadan girîng e

Di berdewamê de jî Anigi bi lêv kir ku ji bo xwedîderketina li girtiyan, daketina qadan girîng e û wiha pê de çû: “Ger gelê me bertek nîşan bide dê dewlet vê zilmê rawestîne. Ger li vî welatî edalet hebe, mecbûr e mafên birêz Ocalan bide. Gelê kurd birêz Ocalan wekî rêberê xwe dibîne. Dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de ne tên derbkirin. Di tu hiqûqan de cihê van pêkanînan nîne. Divê serokomar rojek beriya rojekî gav biavêje. Gelo ma wijdana wî qet nîne? Kurê min ji bîra min naçe. Ev demeke hema bêje li malê xwarin nayê çêkirin. Divê tecrîd bêyî ku mirin çêbibin, bi dawî bibe. Divê her kes dengê xwe bilind bike. Ger gav neyên avêtin dê ev agir kesên bêdeng jî bişewitîne.”

Peyama hevdîtina dawî: Êdî gotin qediyaye

Dayika Anigi, Sitî Anigi jî da zanîn ku wê herî dawî kurê xwe di 3’yê nîsanê de dîtiye û wiha ev tişt anî ziman: “Tenduristiya wî nebaş bû. Ji bo ku em xemgîn nebin, her tim dibêje ku baş e. Destê wî direhilîn. Moralê wî baş bû. Tim qala rojên berê dikir û henek dikirin. Di got çi dibe bila bibe dê dev ji çalakiya xwe bernedin. Ji bo ku em nebêjin zeîf bûye, kinc li xwe kiribûn. Xwişk û birayên wî tim qala wî dikin. Em nikarin xwarinê bixwin. Ji gelê xwe pir hez dike. Tehemûla zilm û zoriya li ser gelê xwe nekir û tev li têkoşînê bû. Niha jî li girtîgehê têdikoşe. Divê daxwaza girtiyan bê qebûlkirin. Kurê min Yilmaz di 2’yê gulanê de bi Ahmet re hevdîtin kir. Ahmet got; ‘em tu carî dev ji çalakiya xwe bernedin. Em bi serbilindî têdikoşin. Ji ber gav nayên avêtin me serî li vê çalakiyê da. Piştî vê saetê gotin qediyaye.’  Bi rastî jî gotin qediyaye.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar