Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Girtiyê felc Bektaşoglu zilma lê hatiye kirin vegot

Girtî Ozgur Bektaşoglu bi nameyekê binpêkirinên ku li Girtîgeha Tîpa T ya Sokeyê û Girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê jiyan vegotin. Bektaşoglu diyar kir ku lêgerîna tazî, jimartina ser pêyan, lêdan, nedermankirin, hiştina li qadên gemarî û hwd. ji van binpêkirinan tenê çend mînakin

Girtiyê bi navê Ozgur Bektaşoglu (43) li Girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê tê girtin. Bektaşoglu bi felca zarokan ketiye, ji sedî 52 jî astengdare. Bektaşoglu di 19’ê hezîranê de têkildarî binpêkirinên di 2 salên dawî yên li girtîgehê agahî dan.

Bektaşoglu anî ziman ku heta niha 2 caran hatiye sewqkirin û li herdu girtîgehan jî jimartina ser pêyan li wî hatiye ferzkirin. Bektaşoglu wiha domand: “Bi rojan rastî lêdanê hatim. Ji ber şertên nebaş ên paqijiyê, nexweş bûm. Dema ez ewil anîm Girtîgeha Tîpa T ya Sokeyê, di lêgerîna tazî re hatim derbaskirin. Tevî ku dizanin ez astengdarim, gopalê min ji min stendin. Bi hinceta ‘li gorî muvzuatê nîne’ pêlava min jî ji min stendin. Nivînên ku dane min jî bi xwîn û elem bûn. Di nava şertên pir qirêjî de mam. Di neynûkên min de mantar derket û hê jî didome. Gardiyan li pey provokasyonane.”

Li erdê radizan

Di berdewamê de jî Bektaşoglu da zanîn ku ji ber van şertên nebitendurist, nexweşiya tuberkulozê lê peyda bûye û wiha got: “Em 14 kes di qawîşekê de diman. Li gorî pergala nobedê her carê ji me 2 kes li erdê radizan. Hewa pir sar bû û qalîfer nedixebitîn. Ji ber ku em li erdê radizan, bi gelek nexweşiyan ketin. Bi darê zorê dixwestin jimartina ser pêyan bi me bidin kirin. Ji ewilî ez li dijî tekmîlê derketim. Piştre jî hevalên din tev li min bûn. Li ser vê yekê jî nêzî 2 mehan em rastî tundiya gardiyanan hatin. Di nava hefteyekê de 3 caran di qawîşên me de lêgerîn dikirin û hemû tiştên me belavela dikirin. Herî dawî di hevdîtinekê de neheqî li me kirin û me jî îtîraz kir. Ji ber vê jî cezayê disiplînê li me birîn. Cezayê hevalekî me 6 mehan dirêj kir.”

Ji ber xwarinên nebaş ronahiya çavên wî kêm bû

Bektaşoglu di nameyê de ragihand ku ji ber xwarinên xerab, di nava 6 mehan de ronahiya çavê wî kêm bûye û wiha berdewam kir: “Bijîşk ji min re got; ‘Çavê te bêtevger maye’ û berçavk da min. Lê hêj berçavk nedan min ku di 10’ê nîsana 2018’an de ez û 5 kesên din sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê kirin. Min beriya niha bi dehan caran xwest ku min sewqî girtîgehên Erzîncan, Stenbol, Îzmîr, Amed û Sêweregê bikin. Lê hemû daxwazên min hatin redkirin.”

Binpêkirinên li Manîsayê

Di berdewamê de jî Bektaşoglu ev agahî dan: “Dema ez sewqî Manîsayê hatim kirin, di roja ewil de rastî lêgerîna tazî hatim. Ewil em nexistin nava qawîşên siyasî. Dema ku me daxwazname da û xwest me bişînin qawîşên siyasî jî vê carê jimartina li ser pêyan li me ferz kirin. Midûrê 2’yemîn ê girtîgehê Ekrem di jimartina sibehê de bi zorê ez radikirim ser pêyan. Min ev yek qebûl nekir û îtîraz kir. Ji ber vê yekê her carê dema dihatin bi pêhn û mistan li min dixistin û bi vî awayî radikirin ser pêyan. Bi dehan caran cezayê disiplînê li min birîn. Min têkildarî îşkenceyê daxwazname ji dozgerî, wezaret, meclisê û ji Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê re şand. Tenê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê dengê min bihîst. Rojnameyên me dixwestin nedidan me.”

‘Di tecrîda di nava tecrîdê de me’

Bektaşoglu daxuyand ku ji ber cezayê disiplînê, ji hemû mafên weke telefon, name, hevdîtin, spor û mafên civakî bêpar mane û wiha pê de çû: “Me ji bo van pêkanînan serî li Hekîmê Înfazê ya Manîsayê da. Lê hemû îtirazên me hatin redkirin. Dozgerê girtîgehê li dijî îtîraza me, li Dadgeha Cezayên Giran a Manîsayê îtîraz kir û ceza dan me. Me bi giştî nêzî 80 caran serî li Dadgeqa Qanûna Bingehîn da. Ceza li ser ceza dan me. Yê êrîşî me dikirin personelên taybet bûn. Ji leşkerên berê û nijadperestan pêk dihatin. Midûr û dozger jî xwedî heman ferasetê bûn. Îşkenceya Tîma A bi destê wan pêş diket. Ez her dem rastî cezayê disiplînê dihatim. Di tecrîda di nava tecrîdê de bûm.”

‘Her carê îşkenceyeke nû dikin’

Nameya Bektaşoglu wiha didome: “Binpêkirina mafên me berdewame. Hê jî gopalê min nedane. Ev jî perçeyekî îşkenceya fîzîkî ye. Em kengî îtîraz bikin, vêcarê dest bi îşkenceyeke nû dikin. Dema ez li Sokeyê diviyabû ku berçavk bidan min lê ji ber sewqê nedan. Li vir jî min xwest ku ji bo çavan min sewqî revîrê bikin. Tevî sewqa bijîşkan jî 2 mehan hatim astengkirin. Di dawiya dawî de neçar man ku sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Manîsayê bikin. Bijîşkên nexweşxaneyê gotin ku pirsgirêka di çavê min de girane û sewqî Îzmîrê kirin. Çend hefte piştre jî car bi car ez birim Îzmîrê. Piştî muayeneya duyemîn, bijîşkan got ku ew bi gumanin ku dibe ez bi nexweşiya tuberkulozê (Jana zirav) ketibim. Di sibata îsal de jî teşhîsa jana zirav danîn. Tevî ku agahiya girtîgehê jê hebû jî tu amadekarî nekirin. Ew hê jî bi îşkenceya li girtîgehê re eleqeder bûn.”

21 kîloyan zeîf bûye

Di dawiyê de jî Beştaşoglu ev agahî parve kirin: “Ji 27’ê sibatê ve tedawiya min didome. Ji ber nexweşiyê min daxwaznameyek şand û xwest ku înfaza min bê paşdexistin. 3 meh piştre bersiv dan û red kirin. Tevî rewşa min a nebaş jî bi israr cezayên têkilîdanînê asteng dikin. Ez nikarim bêyî gopal bimeşim. Dema hatim girtîgehê 86 kîlo bûm. Niha bûme 65 kîlo. Roj bi roj jî zeîftir dibim. Di tehlîlên dawî de hat gotin ku nirxên xwîna min gelek kêmin û bi vê boneyê jî ji bo min vîtamîn û follîk asît nivîsandin. Lê bijîşkan jî got ku sedemê pirsgirêkê xwarinê kêm e. Ji ber vê yekê jî her tim bêhaliyek li ser min heye.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar