Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Girtiyê herdu destên wî tune ji bo civakê xeter dibînin!

Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê ku her du destên wî tune ne, ligel ku ATK’ê 4 caran rapora “Nikare di girtîgehê bimîne” dayê jî nehat berdan ji bo rapora 5 emîn birin Metrîsê. Bavê Aktaş Tehsîn Aktaş diyar kir ku li ser agahiyên ewlekariyê yên “Dibe ku zirarê bide civakê” kurê wî nayê berdan

Girtiyê nexweşîna KOAH û weremê Ergîn Aktaş ê ku her du destên wî tune ne, ligel ku Saziya Tîpa Edlî (ATK) 4 caran rapora “Nikare di girtîgehê bimîne” dayê jî nehat berdan, her ku diçe rewşa wî girantir dibe. Bavê Aktaş ê li Girtîgeha Metrîsê dimîne Tahsîn Aktaş, xwest ku kurê wî demildest bê berdan.

Aktaş diyar kir ku kurê wî Ergîn Aktaş nêzî 9 salene di girtîgehê deye û wiha axivî: “Kurê min dema li Girîgeha Erziromê bû, ji bo raporê bigire şandin Stenbolê. ATK’ê ji ber ku her du destên wî tune ne rapora  ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ daye. Dûre ewlekariya polîsan ket dewrê. Ewleriyê li ser vê yekê ji bo Ergîn agahiya ‘Dibe ku zirarê bide civakê’ da. Heya niha 4 caran raporên ku Ergîn nikare di girtîgehê de bimînê danê. Dozgerê ku rapora ewlekariyê esas girt, 4 raporên ATK’ê red kirin.”

Nexweşiya wî pêş dikeve

Bav Aktaş, derbarê rewşa kurê xwe de ev agahî dan: “Kurê min ji Girtîgeha Sîlîvrî ji bo raporê birine Girtîgeha Metrîsê. Ergîn li Girtîgeha Menemen a Îzmîrê ji du salan zêdetir di hucreya yek kesî de ma. Du destên wî tune ne û ne dikarî bi tena serê xwe pêdiviyên xwe derbas bike. Wê demê nexweşiya wî pêşdetir çû. Di hucreyê de bi nexweşiya KOAH û zatûrê ket. Dûre birin Girtîgeha Sîlîvrî. Li qawîşê hevalên wî lê mêze dikirin. Li vê derê darmanên xwe bi pergalî vedixwarin. Rewşa wî baş dibû. Ev nêzî 15 rojane birine Girtîgeha Metrîsê. Li vê derê 3 girtî dimînin. Lê her 2 kesên din jî nexweşin. Nikarin li xwe mêze bikin. Ji ber ku Ergîn li vê derê dermanên xwe bi pergalî venaxwe, dîsan nexweş ketiye. Di cîgera wî de av kom bûye û demarên wî zirav bûne.”

‘Divê demildest bê berdan’

Aktaş diyar kir ku ew dixwaze kurê wî demildest bê berdan û wiha bang li Wezareta Dadê kir: “Em malbata wî dixwazin bê berdan û li derve bê dermankirin. Ji ber ku di şert û mercên girtîgehê de nexweşiya wî girantir dibe. Ne raste ku kesekê her du destên wî tune ne, di girtîgehê de bê hiştin. Divê demildest bê berdan.”WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar