Li gorî daneyên sala 2019’an ên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 457 jê giran 3 hezar û 333 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî Devrîm Ayik e ku 4 meh berê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye girtin û di Girtîgeha Tîpa L a Anatalyayê de ye. Ayik ji sedî 76 astengdar e û nexweşîna CHRON’ê pê re heye. Her diçe rewşa Ayik xirabtir dibe lê dîsa jî nayê berdan.
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê parêzer Îlhan Ongor anî ziman ku şaxên komeleyê yên li bajêr hevdîtin bi Ayik re çê kirine û rewşa wî li cihê cihîn tespît kirine. Ongor destnîşan kir ku nexweşîna Ayik, ji devê wî bigiher heta paş wî tesîrê lê dike û wiha got: “Heta niha Ayik du caran emeliyat bûye û roviyên wî 30 cm hatine jêkirin. Ev nexweşîn jiyana girtî dixe xetereyê. Çavekî Ayik nabîne. Rêjeya astengdariya Ayik ji sedî 76 e.”
‘Xwîn ji dev, poz û paş wî tê’
Ongur da zanîn ku Ayik heta 12’yê cotmeha 2019’an li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê hatiye tedawîkirin, lê belê piştî hatiye binçavkirin û girtin nexweşîna wî careke din tesîr lê kiriye û wiha domand: “Ligel paş xwîn ji dev û pozê wî jî tê. Bi alîkariya hevalên xwe radibe ser pêyan. Gotiye vijikî dibe, divê tiştên bi proteîn bixwe, lê belê di şertên girtîgehê de jî ev yek ne pêkan e. Ragihandiye ku xwarina diyetê ya didin wî xwarina ku didin girtiyan e.”
‘Bêyî ku bê tedawîkirin ew anîne’
Di axaftina xwe de Ongor anî ziman ku di 16’ê çileyê de rewşa Ayik nebaş dibe û ji ber vê wî radikin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê û li vir cendirme mudaxele dikin û wiha domand: Cendirme nahêlin li nexweşxaneyê bê razandin û wî tînin dibin girtîgehê. Ji bo vê bûyerê nivîsek ji nexweşxaneyê re hatiye nivîsandin. Nexweşxaneyê jî nivîseke ecêb ji komeleya me re şandiye. Gotiye, hemleyên akûtê nehatine tespîtkirin, ji bo tehlîla xwînê xwîn jê hatiye girtin û ew şandine. Lê halbûkî nerihetiye girtî ji ber akûtê ye û ji diviya wî bişandan cihê nexweşîna CHRON’ê lê neşandine.”
Cihêkarî
Ongor diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş gelek kes serî li komeleya wan didin û got ku wan ji bo rewşa girtiyên nexweş bi Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û rayedarên hikûmetê re hevdîtin çê kirine lê belê dîsa jî pirgsirêk nehatiye helkirin û wiha axivî: “Ji bo girtiyên nexweş ên siyasî cihêkariyek heye, mafên wan ê tenduristiyê û jiyanê tê binpêkirin.”
Her wiha Ongor bi bîr xist ku di sala 2019’an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û ji bo rewşa girtiyên nexweş bang li Wezareta Dadê kir û wiha bi dawî kir: “Di girtîgehan de hin girtî hene nikarin bi tena serê xwe bijîn. Divê bên berdan û di şert û mercên baş de bên tedawîkirin. Ji bo berdana wan mewzûata xwe ya qanûnî pêk bînin. Ev meseleyeke însanî, wijdanî û ehlaqî ye.” ANTALYA