Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Girtiyê ku ji sedî 60 çavên wî nabînin nayê tedawîkirin

Girtiyê bi navê Mûrat Şîmşek ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê girtî ye, ragihand ku mafên wan tên binpêkirin û ev tişt got: “167 rojan di greva birçîbûnê de mam. Çavên min ji sedî 60 nabînin. Tedawiya min nayê kirin.”

Girtiyê bi navê Mûrat Şîmşek ku li Girtîgeha Tipa L a Kalkandereyê girtî ye, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji dayika xwe Bedîa Şîmşek re ragihand. Malbata Şîmşek têkildarî binpêkirinên mafan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da.

Dayik Bedîa Şîmşek diyar kir ku kurê wê jê re ragihandiye ku piştî Rewşa Awarte binpekirinên mafan vegeriyane rewşeke sîstematîk û têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kurê wê jê re ev tişt gotine: “Di bin navê lêgerînê de bi ser kawişan de digirin. Pêwîstiyên me yên mirovî yên wek balîf, pîl û radyayoyên ku em ji qantînî dikirin, desteser dikin û kirîna yên nû li me ferz dikin. Pêwîstiyên me yên bingehîn ku ji derve desteser dikin. Dema em li dijî vê yekê dertên jî heqaretê li me dikin. 2 sal in em nikarin li kawişan wêneyan bikişînin. Nameyên ku em dişînin nagihîjin kesên ku em ji wan re dişînin. Bi hinceta ewlehiyê me nabin nexweşxaneyê. Bijîşk, li girtîgehê li cihê nepaqij me muayene dike. Piranî sewqên me yên nexweşxaneyê nayên kirin. Heke bên kirin jî ev sewq bi mehan didome. 167 rojan di greva birçîbûnê de mam. Ji sedî 60 çavên min nabîne. Tedawiya min nayê kirin. Em ji saziyên eleqedar li benda hestiyariyê ne.”

‘Bila binpêkinên mafan bi dawî bibin’

Her wiha dayik anî ziman ku di nav ceza de ceza li girtiyan tê birîn û xwest ku binpekirinên mafan bi dawî bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurê min 167 rojan di greva birçîbûnê de ma. Ji ber grevê di çavên wî de pirsgirêk hene. Tedawiya wî nayê kirin. Em daxwaz dikin ku tedawiya hemû girtiyan bê kirin. Bila ev binpêkirinên mafan û zilm jî bi dawî bibin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar