Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, girtiyê nexweşê pençeşêrê Hadî Yalçin ê ku dihat dermankirin duh jiyana xwe ji dest da. Piştî ku ji hêla malbatê ve cenazeyê Yalçin ji girtîgehê hat girtin, îro bi tevlibûna malbata Yalçin, parlementerên HDP’ê Hasan Ozgûneş, Nuran Îmîr û rêxistinên HDP’ê ya Şirnexê li Goristana Asriyê hat definkirin.
Yalçin, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” ji 4 salî zêdetirbû girtîbû û ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin. Lê ligel hemû serlêdanana jî Yalçin nehat berdan û di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. ŞIRNEX