Girtî Mervan Dundar di 6’ê çileyê de ji girtîgeha Colemêrgê veguhestin Girtîgeha Tîpa T ya Wanê. Lê di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê hat ferzkirin û Dundar red kir. Li ser vê yekê ji hêla gelek gardiyanan ve bi tundî hate derbkirin û laşê wî reş û şîn bû. Hevjîna Dundar, Meryem Dundar got ku ji jiyana hevjînê xwe bi fikar e
Welatiyê bi navê Mervan Dundar di 13’ê mijdara sala 2019’an de li Taxa Talaytepe ya navçeya Peyas a Amedê ji hêla sê kesên ku xwe weke polîs dane nasîn ve hate revandin. Piştre jî Dundar di 29’ê mijdara heman salê de li navçeya Hezex a Şirnexê li noqteya kontrolê ya polîsan hate binçavkirin û şandin Colemêrgê. Dundar di 3’yê kanûnê de jî derxistin edliyeyê û bi îdiaya ‘Alîkarî daye rêxistinê’ hate girtin û şandin girtîgeha Colemêrgê. Hat zanîn Dundar di 6’ê çileyê de jî sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Wanê hate kirin. Hevjîna Dundar, Meryem Dundar jî di 9’ê çileyê de ji bo hevdîtinê çû girtîgehê û bi hevjînê xwe re hevdîtin kir. Dundar têkildarî hevdîtinê bi MA’yê re axivî.
Meryem Dundar diyar kir ku di dema hevdîtinê de dît ku laşê hevjînê wî reş û şîn bûye û ev agahî dan: “Dema hevjînê min dibin girtîgeha Wanê, lêgerîna tazî lê ferz dikin. Lê vê sepanê red dike û li ser vê yekê jî ji hêla 6-7 gardiyanan ve bi giranî hate derbkirin. Li şûna ku bibin revîr an jî nexweşxaneyê, 2 rojan di hucreya yekkesî de tê girtin.”
‘Ji bo ku xemgîn nebim rûyê xwe ji min vedişart’
Di berdewamê de jî Dundar bi lêv kir ku di bin kontrola heft gardiyanan de bi hevjînê xwe re hevdîtin kiriye û wiha domand: “Heke ez neçûma hevdîtinê, dê haya me ji vê îşkenceyê nebûya. Ji bo ku ez xemgîn nebim, rewşa xwe ji min re venedigot. Dixwest rûyê xwe ji min veşêre. Lê min dît ku rûyê wî reş û şîn bûye û min bertek nîşanî gardiyanan da. Min xwest li pişta hevjînê xwe binêrim lê nîşanî min neda. Gardiyanekî ji min re got; ‘Hevjînê te di odeyeke ku 14 kes lê dimînin dimîne û li erdê radizê.”
‘Demek berê jî hatibû revandin’
Herî dawî jî Dundar wiha got: “Ji ber rewşa hevjînê min, parêzerê me ji Baroya Wanê re daxwazname şand. Ez jî dê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Amedê bidim. Bawer dikim ku dê lêkolînek were destpêkirin. Ji ber rewşa hevjînê xwe aciz im. Her tim telefon di destê min de ye. Bi fikarim ku tiştekî bi serê wî bînin û agahî bidin min. Jixwe beriya demekê jî hatibû revandin. Ez jî her tim têm şopandin. Di vê pêvajoyê de ez mecbûr im ku her hefte biçim hevdîtina hevjînê xwe.” WAN