Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Girtiyê li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê: Ewlehiya me tune ye

Girtiyê bi navê Mehmet Sayilgan ku li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê dimîne bi nameyekê ragihand ku li girtîgehê binpêkirinên cidî hene. Sayilgan got ku îşkence li girtîgehan tê kirin û li girtîgehê ewlehiya wan nîne

Girtiyê bi navê Mehmet Sayilgan ku li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê tê girtin, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê ji malbata xwe re nameyek şand.

Di nameyê de Sayilgan da zanîn ku rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan û girtiyên nexweş bi rêk û pêk nayên dermankirin. Sayilgan diyar kir ku di hevdîtinê de jî gardiyan arîşeyan derdixînin û wiha domand: “Li ser hewşê tel danîne û veguherandine mîna qefesekê. Di bin navê lêgerînan de di qawîşên me de lêgerînan dikin. Pêwîstiyên me yên qantînê jî bi buhayeke giran difiroşin. Xwarinê pir hindik didin û ewlehiya me nîne. Dema em diçin danişînê yan jî nexweşxaneyê, me di cîhaza X-Ray re derbas dikin. Bi hinceta di cilê me de bişkovkên hesin hene, tulim li me dikin. Vê yekê li ser malbatan jî ferz dikin. Dibêjin an hûnê van tuliman li xwe bikin an jî em we dernaxin hevdîtinê.”

Rojê du caran lêgerînê dikin

Sayilgan di berdewamê de jî diyar kir ku rêveberiya girtîgehê dixwaze bi zorê van cilan li girtî û malbatan bikin û ev agahî dan: “Mafê me yê spor, sihbet û xebatên civakî bi sînor dikin û asteng dikin. Di rojên hevdîtina vekirî de ewil girtiyan dişînin salona hevdîtinê û piştre jî malbatan. Lê heta ku malbatan di lêgerînê re derbas dikin, dem derbas dibe. Ji ber vê yekê hevdîtin dereng dest pê dike û dema me ya hevdîtinê kin dikin. Hêj malbat nehatine wekî ku hevdîtinê dest pê kiribe, ji dema hevdîtinê dixwin û heqê me yê hevdîtinê dixwin. Hin caran heta malbat tên eywana hevdîtinê, tenê 5 deqîqe dimîne. Radyoyên me yên di serdema OHAL’ê de dest danîn ser hêj nedane me. Dema em dixwazin bi pereyên xwe radyoyên pêl kurd ji qantinê bikirin jî nadin me. Her çend OHAL bi fermî bi dawî bûbe jî hêj bi fiîlî didome. Dema em dixwazin odeyan biguherînin jî taloq dikin. Li ser navê jimartinê rojê 2 caran lêgerînê dikin.”

Girtî îşkence kirin

Name wiha bi dawî dibe: “Bi armanca provokasyonê em rastî êrîşan tên. Îşkence li girtî Medet Oruç kirin. Hêj li korîdoran gefan li me dixwin. Li vê girtîgehê ewlehiya me tune ye. Ji pirtûkxaneya Bîlge kataloga pirtûkan ji mere şandin. Lê bi hinceta navê pirtûkên qedexe hene, nadin me. Nameyên ku em ji sefaretxaneyan re dişînin desteser dikin. Dema em diçin revîr û nexweşxaneyan em rastî pirsgirêkan tên. Personel wekî leşkeran nêz dibin. Ev girtîgeh wekî saziyeke leşkerî ye. Alav û amûrên li qantînê difiroşin pir buha difiroşin. Berber 3 deqîqeyan parê me jê dike û pir xerab çê dike.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar