Girtiyê nexweş ê giran Abdullah Turan ê ji stûyê xwe berjêr felc e û ji dilê xwe nexweş e ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê girtî bû, hat berdan.
Bavê Tûran, Mehmet Zahît Tûran diyar kir ku rayedarên girtîgehê lê geriyane berdana lawê wî jê re ragihandine û xwestine malbat biçe lawê xwe ji girtîgehê werbigire û got ew niha diçin ber girtîgehê.
Dozgeriya Înfazê ya Bakirkoyê daxwaza parêzerê Tûran, Vedat Ece ya taloqkirina înfaza wî nirxand û Tûran berda.
Hat diyarkirin ku wê Tûran ji bo tedawîkirinê dê bi ambûlansê bibin Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê. STENBOL