Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Girtiyê nexweş Aktaş ku ATK dibêje ‘nikare li girtîgehê bijî’ nayê berdan

Girtiyê bi navê Ergîn Aktaş ku her du destên wî jî nînin, li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê li du girtiyên din ên nexweş tê girtin. Der barê Aktaş de ATK’ê 5 rapor amade kirin û di her 5 raporan de jî tê xwestin ku bê berdan. Lê Aktaş nayê berdan

Girtiyê bi navê Ergîn Aktaş li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê tê girtin. Her du destên Aktaş jî jê bûne. Li gel ku heta niha Saziya Tipa Edlî (ATK) 5 caran raporên ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ amade kirine jî, Aktaş nayê berdan. Aktaş di nava şert û mercên zehmet de jiyana xwe didomîne. Ji ber şertên giran, tenduristiya wî jî roj bi roj girantir dibe. Ji ber şertên girtîgehê nexweşiya tuberkulozê lê zêde bûye, germa laşê wî zêde dibe û bêhaliya li ser didome. Aktaş ku li Girtîgeha Metrisê ligel 2 nexweşên rewşa wan giran dimîne, nêzî 10 salin girtî ye û tevî vî halê xwe nayê berdan.

Têkildarî rewşa Aktaş, bavê wî Tahir Aktaş ji MA’yê bi Adnan Bîlen re axivî û wiha got: “Du caran cezayê muebbeta giran li kurê min birîn. Ji bo berdana wî rapor hene lê nayê berdan. Roj bi roj bedena wî dihele. Dema kurê min du hucreya yek kesî de ma, bi nexweşiya KOAH’ê ket. Piştre ev nexweşî lê veguherî êşa zirav. Demek piştre jî pinî li ser kezeba wî çêbû. Kurê min nexweşê giran e û divê di zûtirin dem de bê berdan.”

Bi girtiyên nexweş re dimîne

Di berdewamê de jî Aktaş bal kişand ser rapora ATK’ê û wiha domand: “ATK saziyek girêdayî dewletê ye. Bi serê xwe nikare tev bigere. Lê dozger rapora ATK’ê red dike. Kurê min heta niha 10 girtîgeh guhertine. Niha li gel girtiyên nexweş dimîne. Nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta kurê min perwerdekirina bombeyê dizane, kesî naxe cem wî. Em dixwazin kurê min û hemû girtiyên nexweş di zûtirin dem de bên berdan. Em dixwazin ku emrê xwe yê mayî bi mere derbas bike. Em tenê edaletê dixwazin. Em dixwazin li gorî rapora ATK’ê tev bigerin. Kurê min ev 3 salin bi tena serê xwe dijî. Kurê min rastî cezayekî neheq hatiye. Kurê min ev ceza heq nekiriye. Ez dixwazim bê berdan û ji nûve bê darizandin. Edalet ji bo her kesî lazim e.”

Kurekî wî jî di bûyerên Kobanê de hate kuştin

Herî dawî jî bav Aktaş ev tişt anî ziman: “Kurê min Yûnûs Aktaş di 9’ê cotmeha 2014’an de dema ku êrîşên li ser Kobanê şermezar dikir, hate kuştin. Di ser bûyerê re 5 sal derbas bûn lê hêj kujerê kurê min nehatîye dîtin û darizandin. Daraza ku kujerê kurê min serbest berdide, kurê min ê destê wî tune ne di girtîgehê de dihêle. Daraza ku du caran cezayê muebbetê daye kurê min, kesên ku kurê min ê din kuştiye ronî nakin û dernaxin pêş darazê. Li vî welatî edalet wisa ye.”  WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar