Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Girtiyê nexweş Aslan ku ji sedî 80 astengdare nayê berdan

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 250’emîn de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cemal Aslan û xwest ku Aslan bê berdan. Li gorî raporên ATK û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê, Aslan ji sedî 80 astengdar e û nikare bi tenê bijî. Lê tevî vê yekê nayê berdan

Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ku her hefte ji bo berdana girtiyên nexweş çalakiyê li dar dixin, di hefteya 250’an de jî çalakiya xwe li dar xist. Çalakî li pêş avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hate lidarxistin.

Di çalakiya vê hefteyê de çalakvanan bal kişand ser rewşa girtiyê bi navê Cemal Aslan ku li Girtîgeha Tîpa T -2 a Rihayê tê girtin. Daxuyanî ji hêla endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ve hate xwendin. Çevîrmen diyar kir ku tevî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ku dibêje Aslan nikare li girtîgehê bimîne jî, Cemal nayê berdan.

Nexweşiya FSH’ê lê heye

Çevîrmen da zanîn ku Cemal Aslan nexweşê  FSH (Fasiyo Skapulo Humeral Muskuler Dîstrofî) ye û wiha domand: “Nexweşiya FSH’ê rê li ber bêhêzbûna masûlkeyan vedike. Her wiha bi awayekî genetîk derbas dibe û klînîk û tedawiya vê nexweşiyê nîne. Ji meha çileyê ve di girtîgehê de ye. Bavê 3 zarokan e. Malbateke xizane û Aslan bi xwe li malbata xwe dinihêre. Niha derdora 40 kîloyan e û nikare li xw binihêre.”

‘Nikare bi tenê bijî’

Di berdewamê de jî Çevîrmen agahî parve kirin: “Li gorî rapora ku Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê di 1’ê sibatê de, Aslan ji sedî 80 astengdar e. Di raporê de tê destnîşankirin ku Aslan bêyî alîkarî, piştgiriyeke mekanîk an jî cîhazekî nikare rabe ser pêyan. Tê diyarkirin ku ger cezayê nexweş li saziya înfazê bê înfazkirin, dê ev yek rê li ber pirsgirêkên micid ên tenduristiyê veke. Her wiha di raporê de wiha tê gotin; ‘Di rewşa heyî de divê li cihê ku ji girtiyên nexweş re hatiye veqetandin bimîne. Ev nexweşî pêş dikeve, mayînde ye û her tim pêdiviya girtî bi alîkariyê dibe. Di rewşa heyî de pêdiviya wî bi alîkariyê heye û dikare li saziyên weke rehabîlîtasyonê bimîne.’”

Rapora ATK’ê

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di rapora ATK’ê ya di 17’ê nîsanê de jî wiha tê gotin; ‘Nexweş li ser sedyeyê hate dermankirin. Nexweş nikare rûnê, nikare rabe ser pêyan, nikare bimeşe, bi dengekî nizm diaxive, ji ber ku neçarî cihê razanê ye pateyê bin bikartîne, destav û gaytaya xwe ferq dike, tespîta miyopatî heye, nikare di karên nava rojê de destên xwe bikarbîne, di daqûrtinê de zehmetiyê dikişîne. Ev kes nikare bi tenê jiyana xwe bidomîne.’ Li gorî van raporan ji bo berdana Aslan serlêdan hate kirin lê dozgeriyê serlêdan red kir. Gelo nexweşeke di vê rewşê de bi kîjan sedemê di girtîgehê de tê girtin? Ev mirov li ser jiyana civakê gefeke çawa çê dike?” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar