Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di çalakiya hefteya 275’emîn de jî çalakî li dar xist. Di çalakiyê de înîsiyatîfê xwest ku girtiyê nexweş Seyfettîn Bahar bê dermankirin û berdan
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di çalakiya xwe ya hefteya 275’emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, kom bûn. Çalakî li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê li dar xist. Endama ÎHD’ê Sevîl Turgut di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Seyfettîn Bahar ê li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê.
Turgut da zanîn ku Seyfettîn Bahar ji roja ketiye girtîgehê ve nexweşiyên cuda lê peyda bûne û ev rewşa ev 12 sal in didome. Turgut destnîşan kir ku her ku diçe rewşa Bahar giran dibe û tevî ku 3 sal berê ji bo dermankirinê randevû hatibû xwestin jî, nehatiye dermankirin.
Turgut herî dawî jî diyar kir ku Bahar di zûtirin dem de bê dermankirin û bê berdan. ENQERE