Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Girtiyê nexweş di hucreya yek kesî de li ber xwe dide

Girtiyê nexweş Onder Poyraz ku roj bi roj rewşa wî giran dibe û di hucreya yek kesî de ye dest bi greva birçîbûnê kir. Poyraz derbarê greva birçîbûnê de ev tişt anî ziman: “Ez ji hevalên xwe yên ku ketine greva birçîbûnê ne çêtir im û heta tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe em ê çalakiya xwe bidomînin.'

Girtiyê nexweş Onder Poyraz ê ku di sala 2016’an de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “parçekirina yekparetiya dewletê” hat girtin û cezayê muebbeda giran lê hat birîn, di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de, bi birîndarî hat binçavkirin. Poyraz ku ji mafê tedawiyê bêpar hatiye hiştin, di pişta wî de platîn heye û ji qurçik, ling û pişta xweşî nerihet e û felcî bûye û milê wî yê rastê jî naxebite. Poyraz ku di Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlehiya Bilind Dûmlûyê ya Erziromê de te ragirtin, di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” hatiye destpêkirin tev li çalakiya greva birçîbûnê bû. Poyraz ku nexweş e û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, ji ber stûyê xwe sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û emeliyat bûye.

Ji bo azadiya Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê kir

Poyraz, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bêyî ku agahî bide girtiyan ew rakirine nexweşxaneyê û wiha axivî: “Onder ev çend roj in di nexweşxaneyê de ye. Agahiya me jê tune ye û agahiya sewqkirina wî ya nexweşxaneyê bi me re nehat parvekirin. Hevalên wî roja pêncşemê li malbatên xwe geriyabûn û ji wan re gotibûn, ‘Ev du roj in ku ew birine nexweşxane yê.’ Em li rêveberiya girtîgehê geriyan, lê têkildarî mijarê de agahî neda me û ji me re got, ‘kê ji we re gotiye ku me ew rakiriye nexweşxaneyê’ û xwe aciz kirin. Min ji wan re got, ‘diviyabû we roja ewilî agahî bida me.’ Herî dawî dema ku ez bi Onder re axivîm ji min re got, ‘ez ketime greva birçîbûnê.’ Min jê re got, ‘tu çima ketiyê, tu nexweş î.’ Ji min re got, ‘ez ji hevalên xwe yên ku ketine greva birçîbûnê ne çêtir im û heta tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe em ê çalakiya xwe bidomînin.’ Piştre min tu agahî jê nestandin.”

Poyraz, anî ziman ku hevjînê wê çendî  nexweş e jî ketiye greva birçîbûnê û ev tişt gotin: “Rewşa wî nebaş e. Destê wî felc bûye û stuyê wî rast bûye, di pişta wî de jî platîn heye. Roj bi roj rewşa wî giran dibe û di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Hatiye emeliyatkirin. Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Bi ser de jî ketiye greva birçîbûnê. Daxwaza me ew e ku daxwazên wan bên qebûlkirin û girtiyên nexweş bên berdan. Banga me ji bo her kesî ye ku xwedî li daxwaza wan derkevin û dengê wan bibihîzin. Heta daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiya xwe bi dawî nekin. Ji ber vê berî bi derengî bikeve divê ku em dengê wan bibihîsin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar