PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket

Nîmet Degîş (63) ê li Girtîgehan Tîpa L a Turkoglûya Gurgumê girtî ye, bi vîrûsa koronayê ket. Hevjîna Degîş, Sultan Degîş diyar kir ku ji ber ku derbarê hevjînê xwe de agahiyekê nagirin bi fikar in

Nimet Degîş (63) ê girtiyên nexweş ku niha li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûya Gurgumê dimîne bi vîrûsa koronayê ket. Degîşê ku 28 sal û nîv in girtiye, nexweşiyên wî yên weke faranjît, guatr, fitik, gurçik û rûviyan hene. Degîşê ku 7’ê kanûnê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gurgumê, testa wî ya vîrûsa koronayê pozîtîf derket.

Hevjîna Degîş, Sûltan Degîş diyar kir ku êvara 7’ê kanûnê rayedarên girtîgehê li wan geriyane û gotine ‘testa hevjînê we pozîtîf derketiye.’ Degîş anî ziman ku rojên derbazbûyî ji ber nexweşiya guatirê hevjînê wê rakiribûn nexweşxaneyê û wiha got: “Pişt re 14 rojan xistin karantînayê. Nexweş bû û nedikarî pêwistiyên xwe pêşwazî bike. Ji ber vê yekê em hîn bûn ku hevalê wî yê odeyê Azîz Atlig ji bo lê binêre birine cem wî. Hêj karantînaya wî ya 14 rojan xelas nebûyî, ji ber ku ne rehatbûye careke din rakirine nexweşxaneyê. Li nexweşxanê testa wî ya koronayê dikin û wî paşve careke dibin girtîgehê û dixin karantînayê. Di 7’ê kanûnê de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Gurgumê li me geriyan û gotin testa hevjînê te pozîtîf derketiye lê me ji wan re got hevjînê min di girtîgehê de ye. Sebebê lêgerîna wan ji ber di pergala wan de nimreya me ya telefonê hebûye.”

Telefonê li rûyê wan girtin

Di axaftina xwe de Degîş da zanîn ku wan di 8’ê kanûnê ji bo agahî ji hevjînê xwe bigire li girtîgehê geriyane û wiha axivî: “Li şûna ku rayedar agahiyê bidin me, pirsa encam testê ya ku em ji ku derê hînbûne ji me kirin. Ji ber ku me got, ’em ji nexweşxanê fêr bûne’ telefon li rûyê me girt.”

Degîş destnîşan kir ku rojê du caran li girtîgehê digerin lê agahiyeke baş nagirin û ev tişt anî ziman: “Dibêjin rewşa wî baş e lê em ji wan bawer nakin. Em mereq dikin, dixwazin agahiyekê je bigirin û rewşa wî bizanin. Kalekê  63 salî ye û gelek nexweşiyê wî hene. Çawa baş dibe, em nizanin.”

Bang

Her wiha Degîş bang li rayedarên dewletê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Salek û nîv cezayê wî maye û gelek nexweş e. Serbest berdin, bila hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar