Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Girtiyê nexweş ê 75 salî êdî malbata xwe nas nake

Binefş Silik diyar kir ku her diçe rewşa hevjînê wê Ahmet Silik ê 75 salî yê di girtîgeha Tîpa R a Menemenê de ye xirab dibe û gava ew çûne girtîgehê hevjînê wê ne wê û ne jî zarokên xwe nas nekirine. Sîlîk, xwest hevjînê wê bê berdan

Li Taxa Onûr a navçeya Bayrakli ya Îzmîrê, di 4’ê mijdara 2011’an de bi îdiaya “îxabarê” Ahmet Silik hatibû binçavkirin û di 8’ê Mijdara 2011’an de jî bi îdiaya “alîakriya rêxistinê kiriye” hat girtin. Piştî salekê Silik di 19’ê cotmeha 2012’an de hat berdan. Lê belê, piştî hat berdan bi 2 mehan Dadgeha Cezayê Giran a 9’an a Amedê bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” 6 sal û 6 meh û 22 roj ceza li Sîlîk birî. Dadgeha Bilind jî di 2’yê sibata 2017’an de cezayê hat birîn erê kir û Silik di 9’ê adara 2018’an de hat girtin. Silik, niha di girtîgeha Tîpa R a Menemenê de ye û nexweşîna prostat, şekir, dil û tansiyona zêde pê re heye û hinekî jî felcî ye. Ji ber nexweşînên lê peyda bûne di 16’ê cotmeha 2018’an de Saziya Tiba Edlî (ATK) raporek dayê û di raporê de hat diyarkirin ku nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.

‘Ez nas nekirim’

Hevjîna wî Binefş Silik, di 14’ê Tebaxê de çû girtîgehê. Silik bilêv kir ku her diçe rewşa hevjînê wê xirab dibe û wiha got: “Em çûn girtîgehê. Ahmet, ne min û ne jî zarokên xwe nas nekir. Ji ber nikaribû bi rê ve biçe wî bi sandalyeya biteker anîn cem min. Min ferq kir ku hefizeya wî nebaş e. Bi min re nedipeyivî. Min jê re got tu birçî yî yan na, deng ji xwe neanî. Ji ber nikare bi tena xwe bijî, riyê xwe jî nequsandibû. Di dema hevdîtinê de nîv saetê li bendê mam. Paşê gardiyanan got li odeya xwe raketiye, ranabe. 10 deqe şûnde Ahmet bi sandalyeya biteker anîn cem min. Nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne. Li ber dikevim.”

‘Bila bê berdan’

Silik diyar kir ku ATK’ê raporek daye hevjînê wê û di raporê de hatiye diyarkirin ku nikare bi tena serê xwe bijî. Silik destnîşan kir ku ger li girtîgehê tiştek bê serê hevjînê wê berpirsiyar Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ye û wiha got: “Çi hewce be divê rayedar bikin. Ma wê heta kengî ji bo mirina girtiyên nexweş xwe li nedîtinê deynin. Ma heta girtiyên nexweş hemû bimirin wê bedena wan li derve azad be. Ahmet niakre bi tena serê xwe bijî. Li wir Ahmet wekî miriyekî ye. Em dixwazin rojek berî rojekê bê berdan  an jî li malê bê kontrolkirin.”

Her wiha Silik, ji bo rewşa hevjînê xwe serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê da. ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar