Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Girtiyê nexweş êdî malbata xwe jî nas nake!

Birayê girtiyê bi navê Emrah Îsî, Erhan Îsî da zanîn ku birayê wî êdî wan nas nake û nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Îsî got ku ew ji bo jiyana birayê xwe bigumanin û banga dermankirinê li rayedaran kir. Girtiyên li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Rihayê jî bi nameyekê ragihandin ku gelek mafên wan tên binpêkirin

Zext û binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bênavber bedewamin. Li hêlekê girtî rastî êrîşan tên û mafên wan tên binpêkirin û li hêla din jî tevî ku rewşa gelek girtiyên nexweş di astekî krîtîk de ye jî nayên berdan. Yek ji van girtiyên nexweş jî Emrah Îsî ye.

Girtiyê nexweş Emrah Îsî li Girtîgeha Tîpa T ya Beşîkduzu ya Trabzonê tê girtin û bi tenêya serê xwe dimîne. Îsî di sala 2012’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Têkildarî mijarê birayê wî Erhan Îsî axivî û wiha got: “Heta niha di 6 girtîgehan de maye. Ji ewil li Girtîgeha Tîpa T ya Samsunê nexweş ket. Li Girtîgeha Tîpa T ya Beşîkduzu ya Trabzonê jî ev 6 meh in bi tenêya serê xwe dimîne. Nexweşiya wî girantir bûye.”

Nikare bi tenêya serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne

Der barê hevdîtina dawî de jî Îsî ev agahî parve kirin: “Birayê min got; ‘Ez nikarim bi tenêya serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bînim.’ Ev 6 meh in bi tenêya serê xwe dimîne û nikare girtiyên din bibîne. Em baş nas nedikirin. Me liv û tevgerên wî dîtin. Dema ez pê re diaxivîm, her tim bala wî diçû ser tiştine cuda. Gelek caran hin tişt li ser hevdu dubare dikir. Beriya niha tiştekî wiha nebû. Di girtîgeha Samsunê de pirsgirêkên derûnî lê peyda bûn lê  li Trabzonê xerabtir bûye. Ji ber vê rewşa xwe dermanên xwe jî ji bîr dike. Rewşa wî pir xirab e.”

Der barê jiyana birayê xwe de bi guman e

Îsî da zanîn ku birayê wî hemû pirsên wî bi gotina; ‘Nizanim. Nayê bîra min’ dibersivîne û wiha bi dawî kir: “Êdî nikare xwe îfade bike. Mafê wî yê telefonê heye lê nikare bi kar bîne. Dibêje nayê bîra min. Ez ji bo jiyana birayê xwe bi şik û bigumanim. Me serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Bila alîkariya me bikin. Divê birayê min di zûtirin dem de bê dermankirin. Qet nebe bila bişînin girtîgehekî nêzî me. Rewşa me ya aborî jî nebaşe ji ber wê em nikarin her tim biçin hevdîtinê.”

Binpêkirinên li girtîgeha Rihayê

Di heman demê de siyasetmedar Halît Yildiztekîn ku li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Rihayê tê girtin jî nameyek şand û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê. Yildiztekîn di nameya xwe de ev binpêkirin parve kirin: “Mafê hevdîtinê yê mehane ku saetek bû, daxistîne 50 deqeyan. Mafê hevdîtinê yê heftane ku 45 deqene jî daxistine 40 deqeyan. Di heman demê de êdî rojnameya Yenî Yaşamê jî nadin me. Di demên berê de di navbera odeyan de hefteyê saetekê mafê hevdîtina girtiyan hebû. Lê qedexe kirine. Li odeyên ku 20 ranza lê hene, 23 kes lê dimînin û 3 kes li erdê radizên. Mafê me yê civakî û xebatên sporê ku hefteyê saetekê bû ji holê rakine.” MÊRSÎN-RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar